Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Firat Akdenîz, endamê Sendîkaya Perwerde û Kedkarên Zanistê (Egitim-Sen) û Komeleya Mafê Mirovan(IHD) bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” dihat darizandin. Doza Akdenîzî li 11em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hatiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Akdenîzê ku bi awayê negirtî tê darizandin tevlî danişînê nebûye û dadgehê biryara cezayê girtîgehê lê biriye.
Dozger nêrîna xwe ya di danişîna berê de dûbare kiriye û xwestîye Akdenîzî bi iddiaya ku “propagandaya rêxistinê kiriye” were cezakirin.
Parêzer Lutfullah Yalçin li dijî nêrîna dozgeriyê parastin kiriye û gotiye, 17 daxuyaniyên çapemeniyê, teziye û gotinên şahidê nepen weke delîl hatiye nişandan.
“Polîsan îşkence kiribû”
Yalçinî bibîr xistiye ku miwekîlê wî di sala 2019an de di dema daxuyaniyeke çapemeniyê de polîsan lê îşkence kirine û ji bo vê wan gilî kiriye.
Yalçin, bi lêv kiriye ku bi vê doza ku derbarê muwekîlê wî de hatiye vekirin, hewl tê dayîn tol were hilanîn.
Piştî parastinan heyeta dadgehê navber daye danişînê. Piştî navberê heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kiriye û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Firat Akdenîzî biriye.(RT/AY)