Ji bo nûçeya Tirkî / Ingillîzî bitikîne
Di doza derbarê Kamyonên Rêxistina Istixbaratê ya Netewî (MİT) de Enîs Berberoglû parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Stenbolê hat dadgehkirin û bi tohmeta ku “zanyariyên dewletê yên divê nepenî bimînin aşkere kiriye” dadgehê 5 sal û 10 meh ceza lê birî. Biryar hat girtin ku Berberoglû girtî bimîne.
Berberoglû: 25 sal ceza dihat xwestin, paşê daket 5 salan
Berberoğlû bi rêya Sîstema Peywendîya bi Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdarî dadgehkirinê bû û got ku “Bila moralê we têk neçe, bi 25 salan dest pê kir, daket 5 salan” û destên xwe ji kesên li salona dadgehê re hejan.
CHPyî li ber avahiya edliyeyê kom bûn
Doz li 2yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî li Stenbolê îro (13yê Sibatê) bi rê ve çû û beriya dadgehkirinê CHPyiyan li ber avahiya edliyeyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Canan Kaftancioglû Seroka CHPyê ya Stenbolê, Mûharrem Erkek, Onûrsal Adiguzel, Kadîr Gokmen Ogût, Gamze Îlgezdî û Bariş Yarkadaş alîkarên Serokê Giştî yê CHPyê beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn.
Herweha nameya Berberoğlûyî hat xwendin ku ji girtîgehê ji bo rojnamegeran şandibû.
“Hûn nikarin tenê sûcekî jî bixin nava dosyaya min”
Berberoglûyî derbarê esasê dosyayê de xwe parast û wiha got; “33 sal in ku rojnameger û 3 sal in ku siyasetmedar im. Min xizmet ji vî welatî re kir. Heke ku hûn tenê sûcekî jî bixin nava dosyaya min ez amade me ku heta hetayê girtî bimînim. Lê hûn nikarin.”
Parêzer Yîgît Acarî daxwaza beraeta Berberoglûyî kir.
Dadgehê paşê biryara xwe aşkere kir û diyar kir ku biryara cezayê 25 salan a girtinê ya derbarê Berberoglûyî de rabe û Berberoglû bi 7 sal cezayê girtinê bê cezakirin. Lê ji ber ku cezayê wê ne “di çarçoveya sûcên bi armanca terorê hatiye kirin”, sabiqeya wî tune ye û rabîrdûya wî ceza dakeve 5 sal û 10 mehan. Dadgehê herweha biryar girt ku Berberoglû girtî bimîne û li hemberî vê biryarê parêzer û Berberoglûyî karibin serî li dadgeheke bilintir bide.
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîranê de Dadgeha Stenbolê biryara girtina parlamentê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglûyî da.
Berberoglû ji ber nivîsîna nûçeya li ser TIRên MIT(Rêxistina Îstixbarata Neteweyî) hatibû sûcdarkirin. Dema MITê tejî TIRekê çekên giran ji bo Sûriyeyê dibir rêya TIRê hatibû girtin û rojnameya Cumhuriyetê li ser bûyerê nûçeyek çêkiribû.
Serokê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Kemal Kiliçdaroglû û desteya digel wî di 15ê Hezîranê de ji Parka Gûvenê ya Enqereyê ber bi Stenbolê ve dest bi meşê kir. Meşa wî dê 23 rojan dom bike û armanca wî ew e ku heta Girtîgeha Maltepeyê bimeşe. Kiliçdaroglûyî meşa xwe wek "Meşa Edaletê" bi nav kir.
Parlamentê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglû di Girtîgeha Maltepeyê de dimîne. (EA/FD)