Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Dadgeha Cezayî ya Bazidê cezayê girtinê da hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Selahattîn Demîrtaşî.
Dadgehê bi sûcê “sivikkirina qedirgiranîya gelê Tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê û organên wê” 5 meh cezayê girtinê da Selahattîn Demîrtaşî.
BIXWÎNE: Kronolojîya girtin û desteserkirina parlamenterên HDPyê
Demîrtaş ji 4ê Çiriya Pêşiyê ve di girtîgehê de ye.
Demîrtaş ji Girtîgeha Cûrreyê Fyê ya Edirneyê bi SEGBISê(Sîstema Peywendîdanê ya bi Deng û Dîmenan) beşdarî dadkirina xwe ya li Dadgeha Bazidê tê birêvebirin bû.
Demîrtaşî di 19ê Adara 2016ê de li Bazidê di Şahiya Newrozê de gotibû: “Em alîgirên dîyalog û çareseriyê ne. Deriyê me ji bo wan kesan vekiriye ku dixwazin bi me re rûnin û kêşeyan çareser bikin. Lê dema em destên xwe ji bo aştiyê dirêj dikin heke hinek bi zopan li destên me bidin em jî dê wî zopî ji destên wan derbêxin û li serê wan bidin.” (EKN/HK/MB)