Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Di çarçoveya operasyona li dijî Komeleya Jinan a Rosayê de derbarê rojnameger Nûrcan Yalçinê de bi tohmeta ku “endama rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” doz hatibû vekirin. Dadgehê biryara xwe aşkere kiriye.
9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê salek û 6 meh û 20 roj bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” û 2 sal û mehek jî bi tohmeta ku “endama rêxistinê ye û bi zanatî alîkariya rêxistinê kiriye” li serhev 3 sal û 7 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Yalçinê biriye.
Dadgehê ji bo sûcê propagandayê aşkerekirina biryarê taloq kiriye.
Çi bûbû?
Serdozgeriya Komarî ya Amedê di meha Çiriya Pêşiya 2020an de di çarçoveya lêpirsîna têkildarî Komeleya Jinan a Rosayê de bi sedema ku “endama rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” derbarê rojnameger Nûrcan Yalçinê de îddianame amade kiribû.
Dozgerî di 5emîn danişîna dozê de nêrîna xwe aşkere kiribû û ji bo rojnameger Nûrcan Yalçinê heta 22 sal û nîvan cezayê girtîgehê xwestibû.
(HA/AY)