Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sêyemîn danişîna doza Mehmet Şîrîn A.yê ku di Gulana 2022an de li Mêrdînê îstismar li zaroka 10 salî kiribû îro pêk hatiye.
3êmîn danişîna dozê li 4emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hatiye lidarxistin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê bersûc Mehmet Şîrîn A., parêzerên zaroka mexdûr û parêzerên bersûc, malbata zaroka mexdûr, parêzerên Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Mêrdînê û yên Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî di danişînê de amade bûne.
Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kiriye. Dozger, nêrîna xwe dubare kiriye û xwestiye ku bersûc ji sûcê pê tê tawanbarkirin were cezakirin.
Parêzer Leyla Sarohan xwestiye ku li gorî nêrîna dozger ceza li bersûc were birîn û gotiye ku li gorî raporên di dosyayê de, cezayê bersûc pir eşkere ye.
Sarohanê weha gotiye: “Di heman demê de zaroka mexdûr derb kiriye û destdirêjî lê kiriye. Nîviya cezayê lê birîn li cezayê wî bê zêdekirin. Divê parastina bersûc li ber çavan neyê girtin. Li dijî zarokeke keç a ji 12 saliyê biçûktir sûcê destdirêjiyê kiriye. Lewma divê cezayê wî neyê daxistin û cezayê herî giran lê were birîn.”
Parêzer Civan Ortaç jî gotiye ku sûcên bersûc eşkere ne xwestiye ku her wiha bersûc ji sûcê “Kes ji azadiya xwe bêpar hiştiye” jî were darizandin.
Bersûc Mehmet Şîrîn A. jî gotiye ku ew tawanbariyên tên kirin qebûl nake û îdia kiriye ku wî ew sûc nekiriye û wiha gotiye: “Min li dijî dewlet û gelê xwe tu sûc nekirine.”
Parêzerê bersûc jî tawanbariyên heyî red kiriye û îdia kiriye ku di raporê de hêmayên îstîsmara zayendî nînin.
Dadgehê piştî navberê biryara xwe daye û bi sedema ku “Bi rêya tundiyê îstîsmara zayendî ya biwesf kiriye”, bêyî ku cezayê bersûc daxîne 27 sal cezayê girtîgehê biriye.
Di salên 2022-2021-2020-2019an de tûndkariya mêran
Di sala 2022ê de mêran, 327 jin kuştine, tacîz li 156 jinan kiriye, 238 zarok îstîsmar kirine, tecawiz li 32 jinan kiriye. Mêran bi kêmanî 442 jin neçarî karkeriya seksê kirine, tundkarî bi kêmanî li 793 jinan kiriye û ew birîndar kirine. Di heman salê de çapemeniyê ji bo mirina 198 jinan gotiye ku "bigûman e". Mêran di vê salê de bi kêmanî 39 zarok kuştine.
Di sala 2021ê de mêran, herî kêm 324 jin kuştine, tacîz li 424 jinan kiriye, 208 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 793 jinan kiriye, tecawiz li 96 jinan kiriye. Bi kêmanî 772 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di sala 2021ê de, çapemeniyê ji bo mirina 213 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran di van 12 mehan de bi kêmanî 34 zarok kuştine.
Di sala 2020ê de mêran, herî kêm 284 jin kuştine, tacîz li 147 jinan kiriye, 265 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 792 jinan kiriye, tecawiz li 96 jinan kiriye. Bi kêmanî 818 jin neçarî karkeriya seksê kirine.
Di sala 2019ê de mêran, herî kêm 328 jin kuştine, tacîz li 232 jinan kiriye, 279 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 630 jinan kiriye, tecawiz li 51 jinan kiriye. Bi kêmanî 712 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di sala 2019ê de, çapemeniyê ji bo mirina 134 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran di van 12 mehan de bi kêmanî 15 zarok kuştine.
(EMK/AY)