Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ismaîl Ari, nûçegîhanê BirGunê di Çiriya Pêşiya 2022an de ji bo ku belgeyên cezayên pere yên li Kerem Kinik, Serokê Giştî yê Kizilayê û Ibrahîm Altan, Rêvebirê Giştî yê Kizilayê hatiye birîn belav kiriye dihat dadgehkirin. Dadgehê ji ber vê yekê 2 sal cezayê girtîgehê li Ariyî biriye.
4emîn Danişîna Dozê li 58êmîn Dadgeha Cezê û Esliyê ya Stenbolê ku li Çaglayanê ye pêk hatiye.
Rojnameger Ismaîl Ari beşdarî danişînê nebûye. Parêzerê wî Tolgay Guvercîn li danişînê amade bûye. Her weha parêzerê gilîkar Kerem Kinikî Mûstafa Kûbîlayî jî tevlî danişînê bûye.
Bixwîne- Dozger ji bo rojnameger Ismaîl Ari heta 4 salan cezayê girtîgehê xwestiyê
Dozger di 3emîn danişîna 11ê Çiriya Pêşiyê de nêrîna xwe aşkere kiribû û xwestibû rojnameger Ariyî heta 4 salan bi cezayê girtîgehê bê cezakirin. Dozgerî nêrîna xwe di vê danişînê de jî dûbare kiriye.
Dozgerî destnîşan kiriye ku Ismaîl Ari zanyariyên hesap yên bankeyê yên li ser dekonta pereyan yê Kerem Kinikî bêyî ku reş bike bi awayekî zelal ku zanyarî dixûyên belav kiriye.
Li gorî nûçeya MLSAyê Tolgay Guvercîn li dijî nêrîna dozgerî parastin kiriye û gotiye mijara tohmetbar kirinê şopandina fikrî ya nûçeyê ye.
Dadwer biryara xwe bênavber aşkere kiriye û 2 sal cezayê girtîgehê li Ismaîl Ari biriye û pêkanîna cezayê di hukmê qanûnê de taloq kiriye.(AY)