Fotograf: Soeren Stache / DPA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
32yem Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ji bo dosyeya Deniz Yucel, nûnerê berê yê rojnameya Die Weltê yê Tirkiyeyê cara 8an civiya ye. Yucel bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” û “dijminatî û kîndariyê di nava gel de belav dike” dihat dadgehkirin.
Beriya niha di 24ê Hezîranê de dadgeh civiya bû û dozgerî xwestibû ku 15 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Yucelî were birîn. Dadgehê di biryara xwe ya demkî de gotibû ku bila lêkolîna dosyayê careke din were kirin û biryar dabû ku îro dadgehkirin pêk were.
Îro Yucel beşdarî dadgehkirinê nebûye. Veysel Ok, parêzerê Yucelî li ser navê wî beşdarî dadgehkirinê bûye. Rayedarên Konsolxaneya Almanyayê û Erol Onderoglû, Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas ê li Tirkiyeyê (RSF) beşdarî civîna dadgehê bûne.
Dozgerî di nêrîna xwe de dubare car gotiye ku divê Yucel bi sedema “propagandaya rêxistinê kiriye” û “kîndarî û dijminatî di nava gel de belav kiriye” divê were cezakirin.
Parêzer Okî jî biryara Dadgeha Destûrî bibîr xistiye û gotiye ku divê heyeta dadgehê li gorî vê biryarê tevbigere û biryara beraetê bide.
Heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kiriye û gotiye, Yucelî ji ber tohmeta ku tê gotin “kîndarî û dijminadî di nava gel de belav kiriye” beraet kiriye. Lê bi tohmeta ku bi rêya çapemeniyê “Propagandaya PKK/KCK, rêxistina terorê ya çekdar kiriye” 2 sal 9 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê biriye.
Dadgehê her weha ji ber du nivîsên Yucelî yên di sala 2016an de di rojnameya Die Weltê de hatine weşandin û bi tohmeta ku “heqaret li Serokamarî kiriye” û “Dewleta Komara Tirkiyeyê, hikûmeta wê, dezgehên darazê û rêxistina emniyetê ya dewletê biçûk xistiye” li gorî Xala 301ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) biryar daye giliyê wî bike.
Dadgeha Destûrî gotibu ku mafên wî hatine binpêkirin
Dadgeha Destûrî di 28ê Hezîrana 2019an de biryar girtibû ku bi girtina Denîz Yucelî re mafên wî yên “azadî û ewlehiya şexsî” û “azadiya xweîfadekirinê û çapemeniyê” hatine binpêkirin.
Dadgehê di serlêdana şexsî ya Deniz Yucelî de biryara xwe dabû ku Yucel di 28ê Sibata 2018ê de tehliye bûbû û paşê vegeriyabû Almanyayê. Yucel welatiyê Almanyayê ye.
Dadgehê di biryara xwe de her weha gotibû ku roportaja bi Cemîl Bayik, rêveberê PKKyê re, xebateke rojnamegeriyê ye û weke sûc nedîtiye.
Dadgeha Destûrî piştî serlêdana Yucelî bi du salan biryara xwe dabû. Dadgehê wiha gotibû: “Beyî delîlên xuyakirî yên sûcdariya wî diyar bikin, hatiye girtin ku ev tê wateya binpêkirina mafên azadiyê û ewlehiyê, girtina wî ya ji ber nivîs û nûçeyan jî binpêkirina azadiya xweîfadekirinê û çapemeniyê ye.”
Çi bûbû?
Nûçegihanê Tirkiyeyê yê Die Weltê, Denîz Yucel 13 rojan li navenda polîsan hat desteserkirin. Dadgehê bi sûcê “propagandaya ji bo rêxistinê û ji bo dijminî û kîndariyê tehrîkkirina gelî” 27ê Sibata 2017ê biryara girtina wî da.
Yucel di 14ê Sibatê de ji ber nivîseka wî hatibû desteserkirin. Wî nivîsek li ser E- Maîlên wezîrê enerjiyê, Berat Albayrakî nivîsîbû ku RedHeckê bi destxistibûn.
Ji ber heman lêpirsînê Tunca Ogreten edîtorê malpera Dikenê, Omer Çelîk edîtorê Ajansa Nûçeyan ê Dîcleyê (DİHA), Mahîr Kanat Berpirsê Îdarî yê Rojnameya Bîrgunê jî hatine girtin. Metîn Yoksû nûçegihnê DİHAyê, Eray Saygın Midûrî Karên Nivîsan ê Rojnameya Yolcûlûkê û Derya Ocaktan Midûra Berpirs a ETHAyê jî di heman çarçoveyê de hatibûn girtin. Îdianame ji bo rojnamegeran hatibû amadekirin, lê navê Yucelî di navê de derbas nebibû.
Çelîk di danişîna yekê de, Kanaat û Öğreten jî di ya duyem de hatibûn berdan.
Heta roja ku Yucel hatibû berdan jî îdianame ji bo wî nehatibû amadekirin.
Dadgehê her weha di biryara xwe de diyar kiriye ku divê 25 hezar lîreyê tirkan tezmînata manewî bidin Yucelî. (HA/FD)