Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn û bi sûcê “propagandaya rêxistinê”têne dadkirin danişîna wan berdewam dike.
Duh (5ê Sibata 2019ê) li şeş dadgehan 10 akademisyen hatin dadkirin.
Li 24em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê (DCG) ji Zanîngeha Mîmar Sînanê Doç. Dr. Şükrü Aslan cara duyem,
Li 26em DCGye ji Zanîngeha Egeyê Doç. Dr. Asli Davas û ji Zanîngeha Yaşarê Prof. Dr. Tûrgay Kûrûltay cara yekem,
Li 27em DCGyê ji Zanîngeha Artûklûyê lêkolînêr Ferhat Yilmaz cara yekem,
Li 23em DCGyê ji Zanîngeha Çûkûrovayê Alk. Doç. Dr. Taylan Koç cara yekem,
Li 36em DCGyê ji Zanîngeha Stenbolê Doç. Dr a teqawidbûyî Încî Ozkan Kerestecîoglû, Dr. Bîrîz Berksoy, Prof. Dr. Tulay Erkan û ji Zanîngeha Yildik Teknîkê Alk. Doç. Dr. Canan Şahîn cara çarem,
Li 37em DCGyê jî ji Zanîngeha Bogaziçiyê Prof. Dr. ê teqawidbûyû S. S cara duyem hat dadkirin.
Cezayê girtinê li du akademisyenan hate birîn
Li 36em DCGyê heyetê biryara xwe ya derbarê akademisyen Bîrîz Berksoy û Încî Ozkan Kerestecîoglû de aşkere kir. Li gorî vê biryarê heyetê bi tohmeta ku li gorî Xala 7/2yê ya Qanûna Dijterorê (TMK) “propagandaya rêxistina terorê kirine” her yek ji wan sal û sê meh cezayê girtinê li wan birî.
Bixwîne - Dadkirina Akademisyenên Aştîxwaz
Heyetê her weha biryar da ku, aşkerekirina biryara cezakirinê bê taloqkirin.
Çi bûbû?
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandmeha ji bo terorê” têne dadkirin.
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandmeha rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Biryara cezayê girtinê
bianet kurdî ji destpêkê heta îro nûçeyên “akademîsyenên aştîxwaz” çêdike. Akademîsyenên ji bo wan biryara cezayê girtinê hatî dayin ev in:
Bixwîne - Dozên Akademisyenên Aştîxwaz hatin taloqkirin
* Prof. Dr. Mehşe Erzan - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Prof. Dr. Nesrin Sungur Çakmak - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Prof. Dr. Özdemir Aktan - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Öğr. Gör. Aslı Takanmeh – biryar nehatiye eşkerekirin.
* Doç. Dr. Esra Arsan - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Prof. Dr. Gülhan Türkmeh - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Yrd. Doç. Dr. Lütfiye Bozdağ - 1 sal 6 meh cezayê girtinê.
* Prof. Dr. Şebnem Korur Fincancı - 2 sal 6 meh cezayê girtinê.
Ji bo van kesan bêyî ku ji wan bê pirsîn ka ew dixwazin "eşkerekirina hikmî bê paşdedan" an na, hikmê li ser wan hatiye eşkerekirin:
* Lêkolînêr Onur Baysal - 28. Dadgeha Cezayên Giran - Salek û sê meh.
* Dr. Yonca Güneş Yücel - 28. Dadgeha Cezayên Giran - Salek û 6 meh.
* Prof. Dr. Gençay Gürsoy - 37. Dadgeha Cezayên Giran - 2 sal û 3 meh. (TP/FD)