Dadgehê 10 meh cezayê girtinê da Canan Coşkûna rojnameger
.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Canan Coşkûn yek ji nûçegihanên Cumhuriyetê ye. Wê nûçeyeka bi navê “ji nav pîvazan MIT derket” nivîsîbû.
Ji ber nûçeya wê Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê li gor Qanûna Cezayan a Tirkan 301/2 bi sûcê “elenî sivikkirina dewletê û rêxistina emniyetê” deh meh cezayê girtinê da Coşkûnê.
Serokê Rêxistina Tirkiyeyê ya Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderoglû û gelek rojnamegeran jî li dadkirinê temaşe kir.
Canan Coşkûnê eşkere kir ku di wê nûçeyê de ti mexsedên sivikkirinê nînin û ew dixwaze ji dozê bê beraetkirin.
Parêzerê Canan Coşkûnê, Abbas Yalçinî eşkere kir ku dozgerî li naveroka nûçeyê nenêriye bi tenê li sernivîsa nûçeyê nêriye. Dozgerî ji ber ku navê MIT û pîvazan li rexa hev dîtiye wî ev yek wek heqaret destnîşan kiriye.(EA/MB)