Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Di 15ê Tîrmehê de piştî Hewldana Derbekirinê, 8 leşkerên Tirkiyeyê çûbûn Yewnanîstanê. Leşker ji wê demê ve desteserkirî ne.
Dadgeha Yewnanîstanê dema desteserkirina 8 leşkerên Tirkiyeyê sê mehan dirêj kir.
Çi bûbû?
Di 15ê tîrmehê de, dema hewildana derbekirinê hat kirin, helîkoptereka ku heşt leşkerên hewil dabûn derbeyê bikin dadabû ser axa Yûnanîstanê.
Wezîrê karên derve, Mevlûd Çavûşoglûyî li ser hesabê xwe nivîsîbû ku wan ji Yûnanîstanê daxwaza dayina wan leşkeran kiriye.
Serokerkaniya Leşkerî ya Yûnanîstanê diyar kiribû ku helîkoptereka leşkerî dadaye balafirgeheka wan û ew plan dikin demildest leşkeran teslîm bikin.(YY/MB)