Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê a 29. biryara tehliyekirinê ji bo rojnamegera xebatkara ajansa nûçeyan a ETHAyê da.
Ji 16 kesên hatîn dadkirin 6 kes hatin tehlîyekirin, dadgeh dê di 26ê Nîsana 2018ê siet 11.00ê de li ser dadkirinê dewam bike.
Bixwîne - Dadgehê wergêr Meşale Tolû tahliye nekir
Navê wan kesên hatîn tehliyekirin ev in: Birol Kurt, Deniz Havuç, Emre Altunkaya, Fırat Çağla, Meşale Tolu Çorlu û Serkan Okatan.
Tolû welatiya Almanyayê ye. Li gor nûçeya rojnameya Evrenselê, Balyozê Almanyayê yê li Tirkiyeyê Martin Erdmann jî di dema dadkirinê de li salona dadkirinê bûye.
Çi Bûbû?
Polîsan di 30yê Nîsana 2017yê de bi ser mala Meşale Tolûya hemwelatiya Almanyayê de girtibû. Tolû digel kurê xwe yê yek sal û nîvî hatibû desteserkirin.
Di 5ê Gulanê de Tolû ji bo edliyeyê hat şandin û bi sûcê “endamtiya rêxistinê” ji hêla 9emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê hat girtin. Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê girtin.
Sûat Çorlû, hevjînê Tolûyê jî girtî ye û dadkirina wî dewam dike. Kurê wan ê niha 3 salî ye, car caran li gel bavê xwe, car caran jî li gel dêya xwe li girtîgehê dimîne.(EA/MB)