Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha Herêmê ya Stenbolê biryara tehlîyekirina Mehmet altanê rojnameger daye. Dadgeha Stenbolê cezayê mûebeta zehmetkirî dabû wî.
Bixwîne - Ahmet Altan hat girtin
Çi bûbû?
Ji bo şeş rojnamegerên ku Ahmet Altan, Mehmet Altan û Nazli Ilicak jî di nav wan de ne cezayê mûebeda giran hatibû dayin. Rojnameger ji ber hewildana derbekirinê ya di 15ê Tîrmeha 2016ê de hatibûn girtin.
Bixwîne - Di sêyemîn daneşînê de jî biryara tehliyekê derneket
Dadgeha Cezayên Giran a 26. ji bo Ahmet Altan, Mehmet Altan, Nazlı Ilıcak, Fevzi Yazıcı, Faruk Şimşek û Şükrü Tuğrul bi sûcên “tinekirina rêkûpêkiya civaka girêdayî Qanûna Bingehîn” û “teşebisa tinekirina hikûmetê” cezayê mûebeta giran da.
Dadgeha Qanûna Bingehîn ji bo Mehmet Altanî biryara tehliyekirinê dabû, piştî 6 mehan dadgeha herêmê biryara dawiyê daye.
(PT/MB)