Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Karsazê Osman Kavala di 19ê Çiriya Pêşiyê de hatibû desteserkirin û 13 roj bûn desteserkirî bû. Dadgeheka Stenbolê biryara girtina Kavalayî da.
Cihgirê serdozgerê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, Hasan Yilmazî îfadeya kavalayî stand. Dadgerîyê biryara girtina wî da.
Bixwîne - Osman Kavala hat desteserkirin
Ajansa Anadolûyê: Ji ber hewildana derbekirinê...
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê Osman Kavala ji ber Hewildana Derbekirinê ya 15ê Tîrmehê hatiye girtin.
Li gor nûçeya Başak Akbûlûtê ya li Ajansa Nûçeyan a Ihlasê hatî weşandin sûcê ji bo Kavalayî hatî eşkerekirin ev e:
"Endambûn û birêvebiriya Bûyerêb Gezîyê ku di Bûyerên Gezîyê de ji bo ji halê rakirina dewleta Tirkiyeyê û ji bo karnekirina hikûmetê hemî rêxistinên terorî bi aktîfîyê beşdar bûbûn."
Çi bûbû?
Serokê Lijneya Birêveberiyê yê Anadolu Kulturê Osman Kavala 18yê Çiriya Pêşiyê li Balafirxaneya Ataturk a Stenbolê hatibû desteserkirin.
Piştî ku Kavala hat desteserkirin rojnameyên nêzîkî desthiladariyê ew weke hedef nîşan dabûn.
Erdogan di 24ê Çiriya Pêşiyê de li Civîna Komê ya AKPyê de axivî bû û Kavala weke “Sorosê Tirkiyeyê” bi nav kiribû.
Osman Kavala kî ye?
Sala 1957ê li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye.
Piştî sala 1982yê di Kavala Grupê de weke rêveber kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belge di avakirina Weşanên İletişimê de cî girt ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Bûye endamê saziyên weke Konseya Kar a Tirkiye-Polonya, Konseya Kar a Tirkiye-Yewnanîstan, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Ewropaya Başûrê Rojhilat).
Endamê Lijneya Rêveberiya TESEVê, endamê Lijneya Şêwirê ya Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyên Helsînkiyê, û piştevanê Weqfa Dîrokê (Tarih Vakfı) û Anadolu Kültürevi ye.(EKN/MB)