Dadgeha Qanûna Bingehîn: Dewlet ne berpirsa bûyerê ye
![Dadgeha Qanûna Bingehîn: Dewlet ne berpirsa bûyerê ye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/205/943/original/ttbb.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Qanûna Bingehîn, biryara xwe ya li ser herifîna Bayram Otel a Wanê eşkere kiriye.
Dadgehê di biryara xwe de diyar kiriye ku mafê jiyanê yê ku bi bi xala 17. ya Qanûna Bingehîn paraastî ye nehatiye binpêkirin.
Binpêkirina mafê jiyanê
Burhan Arslan, Erdal Muhammet Arslan, Hanife Ozmen, Irfan Arslan, Mahmut Arslan, Mistefa Serdar Arslan, Orhan Arslan, Turan Arslan, Zuhal Arslan serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dabû.
Wan di serlêdana xwe de diyar kiribû ku piştî erdjhêja yekem, xaniyên zerer û ziyan lê bûyîn nehatiye tespîtkirin û ji bo lêpirsîn li ser karmendên karê xwe nekirîn jî destûr nehatiye dayin.
Vê yekê mafê jiyanê binpê kiriye.
"Rayedar berpirs in"
Dadgeha Qanûna Bingehîn di biryara xwe ya yekem de diyar kiribû ku "rayedar berpirs in"
23ê Çiriya Pêşiyê ya 2011ê, li bajarê Wanê erdhejeka bi pileyê 7.2 çêbûbû. 604 kes miribûn. Piştî erdheja yekem, Çiriya Paşiyê ya heman salê cara duyem erd bi pileya 5,6 hêjiyaye.
Di erdheja duyem de, Bayram Otel herifiye. 24 kesên li otêllê mirine. Cem Emir û Selahattin Yilmaz ên rojnameger jî di wê otêlê de bûn û miribûn.
Li ser bûyera herifîna otêlê. Dadgeha Cezayên Giran a 2. a Wanê 15 sal, 6 meh û 20 roj cezayê girtinê daye xwediyê otêlê, Tevfik Bayramî.
(AS/MB)
Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket
![Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket](https://static.bianet.org/haber/2023/10/03/gazeteci-aysenur-arslan-ifadeye-goturuluyor.jpg)
Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin
![Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/284/275/original/44bb.jpg)
Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim
![Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/283/600/original/celalettin-can-tutuklama.jpg)
DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye
![DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/280/248/original/66bb.jpg)
Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”
![Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/274/869/original/hatay.jpeg)