Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Birêvebiriya Îspanyayê bi Qanûna 155. a Makeqanûna wî welatî parlamentoya Katalonyayê fesh kir.
Hikûmeta Îspanyayê heşt wezîrên Katalonyayê ji karî derêxistin, Dadgeha Madrîdê biryara girtina wan da.
Bixwîne- Serokê Katalonyayê paşdedana îlankirina serxwebûnê pêşniyar kir
Li Katalonyayê ji bo serxwebûnê referandûm hatibû kirin. Ji beriya encamên referandûmê bêne eşkerekirin wezîrê berê yê Katalonyayê Santi Vilayî dest ji karê xwe berdabû. Dadgeha Madrîdê ji wezîrên Katalonyayê bi tenê biryara serbestberdana Santi Vilayî da. Vilayî 50 hezar Euro wek kefaret da.
30 sal cezayê girtinê
Serokê Herêma Xweser ya Katalonyayê Carles Puigdemont û 7 wezîr bi sûcên “cidaxwazî, zimmetkirina çavkaniyên darayî yên dewletê, bikarhînana ne di rê de ya erkên xwe” têne sûcdarkirin. Li gor qanûnên Îspanyayê bi van sûcan 8, 15 an 30 sal cezayê girtinê tê dayin.
Çi bûbû?
Di yekê Çiriya Pêşiyê de, li Katalonyayê ji bo serxwebûnê referandûm hatibû kirin û polîsên Îspanyayê ji bo astengkirina referandûmê mûdaxeleyî dengdêran kiribûn. Bi mûdaxeleyê nêzîkî 900 kesan birîndar bûn (PT/MB)