Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
19emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê daxwaza tehliyeya parêzerên Selahatîn Demîrtaşî qebûl nekiriye. Parêzeran di çarçoveya biryara Dadgeha Mafên Mirovan (DMME) de daxwaza tehliyeya Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kiribûn.
Wezareta Dadê wergera biryara DMMEyê ya tirkî, duh ji dadgehê re şandibû.
Dadgeh: “Hîna jêpirsîna wî temam nebûye”
Dadgehê di hinceta biryara xwe de wiha gotiye:
“Tawanbar hatiye hiştin ku beşdarî danişîna di navbera 14 û 16ê Sibatê de bibe û paraznameya xwe pêşkêş bike, Heta niha ji 32 tohmetên li ser wî tenê ji bo 9 tohmetan paraznameya xwe pêşkêş kiriye ku ev û 31 fezlekeyên di îdianameya derbarê wî de bûne yek. Herweha jêpirsîna wî ya derbarê sûcên di îdianameyê de hîna temam nebûye…”
Dadgehê her weha diyar kiriye ku Demîrtaşî “aşkere nekiriya ku ew ê li gorî şertên kontrola edlî tevbigere” û “ji ber wê hatiye nirxandin ku ew ê şertên kontrola edlî têrê nekin”.
19emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê destnîşan kiriye ku tohmetên li ser Demîrtaşî “sedema girtinê” ne û biryar girtiye ku “di çarçoveya wan tohmetên li ser wî de, li gorî cezayê ku ji wî re tê xwestin, girtina wî ne ji derveyî pîvanan e”.
Heyeta 19em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ji Mûrat Îlhan (Serok) û Hasan Gelîr û Şaban Ogûz Canbolat (endam) pêk hatiye. Dozger jî Kamîl Garparslan bûye.
Dadgehê biryar nedaye ku “misoger e yan na”
19emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, bi hinceta ku biryara DMMEyê biryara Daîreya 2yem e lê ne biryara Daîreya Mezin e, biryara tehliyekirina Demîrtaşî, ya ji hêla DMMeyê hatiye dayîn, weke “biryara ne misoger” qebûl kiriye.
Lê parêzer Ramazan Demîrî ji bianetê re got, biryara tehliyekirinê biryareke misoger e.
Ji xwe dadgeha ku daxwaza tehliyekirinê qebûl nekiriye jî ji Wezareta Dadê wê bipirse ku “biryar misoger e yan na”
Demîrî destnîşan kir ku ew ê ji bo betalkirina vê biryarê serî li dadgeheke berjortir bidin û ji xwe wan derbarê mijarê de serî li Dadgeha Destûrî jî daye.