Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Kemal Kûrkût di pîrozbahiya Newroza sala 2017an de li Amedê hatibû kuştin. Di doza kuştina Kûrkûtî de “biryara bêcezatiyê” hatiye dayîn.
Dadgeha Îstînafê diyar kiriye ku di kuştina Kemal Kûrkûtî de ti sûc nikare li ser polîsê tohbetbar bê ferzkirin û kuştina wî "di çarçoveya hiqûqî de" hatiye kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê 1em Daîreya Cezê ya Dadgeha Edliya Herêmî ya Amedê derbarê kuştina Kemal Kûrkûtî de biryara xwe aşkere kiriye. 7emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di doza kuştinê de derbarê polîsê bersûc de biryara beraetê dabû. Îtiraza vê biryarê hatibû kirin û dosye çûbû Dadgeha Îstinafê.
Dadgeha Edliya Herêmî ya Amedê ji bo kuştina Kemal Kûrkûtî biryar daye ku “mafê jiyanî yê wî nehatiye binpêkirin.” Kûrkûtî di Newroza sala 2017an de hatibû kuştin.
Çi bibû?Kemal Kurkut ê 23 salî û ji Adiyamanê xwendekarê Beşa Muzîkê ya Fakulteya Huneran a Zanîngeha Înonuyê bû. Di 21ê Adarê de di dema Newroza Amedê de di xala kontrolê de ya polîsan a li ser Kolana Evrim Alataş a li nêzîkî Park a Newrozê rastî gulebarana polîsan hat. Heta ku rakirin nexweşxaneyê Kurkut mir. Walîtiya Amedê diyar kir ku di destê Kurkut de kêr hebû û “gumana xwekujiyê li ser wî hebû” û herwiha derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin. Bixwîne - Di lêpirsîna kuştina Kemal Kurkut de biryara veşarîtiyê hat standin Paşê dihaberê hin fotograf bi raya giştî re parve kir ku di dema bûyerê de hatibûn kişandin. Di van fotografan de tê dîtin ku di destê Kurkut de kêr heye û jora laşê wî bê cil e. Kurkut ê ku bi polîsan re nîqaşan dike dest bi bazdanê dike û polîs guleyan bera hewayê dide. dihaberê nivîsand ku fermandarekî polîsan gotiye “gule bernedin” lê digel vê jî gule bera Kurkut hatiye dayin. Walî Amedê Huseyîn Aksoy ji bo lêpirsîna kuştinê de got ku zanyariyên polîsan û dîmen tiştên cuda dibêjin û hewce bike ew ê biryarên weke jikardûrxistinê jî bistînin. Paşê du polîs ji hêla Walîtiyê ve jikar hatin dûrxistin û li ser daxwaza dozgeriyê biryara qedexeya weşanê hat standin. |
(HA/AY)