Fotograf - Vîdeo: Evrim Kepenek
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Danişîna duyem a doza ku ji bo girtina Komeleya Piştgiriya Civaka Tarlabaşiyê (TTM) hatibû vekirin, îro li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê ya Stenbolê pêk tê.
Dadgehkirin wê roja 9ê Gulana 2023yê dewam bike
Di danişîna ku li Dadgeha 8ê ya Aştî û Cezayan a Stenbolê de gelek parêzeran TTM parast.
Di danişînê de berê, parêzerê Wezarita Polîtîkayên Civakî û Malbatan axivî. Parêzerî gotiye ku ew dixwazin beşdarî dadgehkirinê bibin.
Parêzerên TTMYê diyar kir ku ger wê biryar bê dayîn, ew ji bo axavtina xwe amade bikin, demê dixwazin.
Heyeta dadgehê biryar da ku Wezareta Polîtîkayên Civak û Malbatan beşdarî dadgehkirinê bibe. Her weha ji bo lêkolîna lênûskên komeleyê bike, wê defteran bişînin ber destê pisporan. Dadgehkirin wê roja 9ê Gulana 2023yê dewam bike.
Ji bo girtina Komeleyê, du doz hatibûn vekirin. Danişîna doza din di 14ê Nîsanê de pêk hatibû.
"Em li hiqûqê digerin"
Beriya danişîna ku wê li Dadgeha 8ê ya Aştî û Cezayan a Stenbolê pêk bê, Koma Piştevaniya TTMyê, li ber avahiya edliyeyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Li ser navê komê, mafparêz Umît Efeyê daxuyaniya ku hatiye amadekirin, xwend:
"Em dixwazin hin tiştên erênî yên di vê demê de bûne, bi we re parve bikin. Wê bê bîra we, di doza diyarkirina nebûnê de, Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatan xwestibû bibe midaxil.
"Di dema Civînên 82yem ên CEDAWê yên Neteweyên Yekgirtî de, dema danişînên nirxandinên li ser Tirkiyeyê hatin kirin, Komîteya CEDAWê, ji Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatan Derya Yanikê zext û zordariyên li ber azadiya birêxistinkirinê û dozên li TTMyê vebûne pirsiye. Civîn li Cenêvê pêk hatiye. Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatan Derya Yanik ku seroka delegasyona Tirkiyeyê bû, derbarê dozên ku wezareta wê bûye midaxil de, tiştek ki Komîteyê re negotiye.
"Komîteya CEDAWê doza li TTMyê vebûye di serî de, bal kişaniye li ser zext û zordariyên li Tirkiyeyê li ber civaka sivîl û azadiya birêxistinkirinê derdikevin û ji ber van zext û dozên li dijî rêxistinên civaka sivîl çêdibin, hişyarî daye Tirkiyeyê.
"Her weha Raportorên Taybet ên Parastina Mafparêzan ên Neteweyên Yekgirtî û Delegasyona Komîsyona Parlamentoya Têkel a YE-Tirkiyeyê dozên li TTMyê vebûne dişopînin û dibêjin ku xebatên komeleyê bi temamî meşrû ne û girîng in.
"Li hêla din, Wezareta Karûbarên Navxweyî, di dozeke din a girtina TMMyê de, xwestibû bibe midaxil. Wê bê bîra we, di doza girtinê de dadgehê biryar dabû ku bila destûra xebatan neyê dayîn, TTM li dijî vê derketibû û dadgehê ev biryar betal kiribû. Wezareta Karûbarên Navxweyî li dijî vê biryarê serî li dadgeha îstînafê dabû. Dadweha îstînafê ev serlêdan nirxandiye û daxwaza Wezareta Karûbarên Navxweyî ji hêla rêziknameyan ve bi rengekî tekez red kiriye.”
(EMK/FD)