Beşa 3yan a Cezayan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Stenbolê 25 meh cezayê girtîgehê yê li sînemager Ozay Şahînê hatibû birîn, pesend kir. Dadgeha Cezayê Giran a 21yan a Stenbolê îdia kiribû ku “propagandaya rêxistinê kiriye” û “bi zanebûn û bi xwestek alîkariya rêxistinê kiriye” û ew bi gelek tiştên din tohmet kiribûn. Şahîn ji sala 2012an û vir ve bêyî girtî be, dihate dadgehkirin.
Li gorî nûçeya kovara Altyazı Fasîkulê ragihand, parêzer li ser navê Şahînê wê serî li Dadgeha Bilind bide.
Di biryara ku Beşa 3yan a Cezayan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî de Şahîn bi “kişandina fîlmên propagandaya rêxistinê dike” jî hene lê navê fîlman nehatiye dayîn.
Şahîn ji ber di amadekirina belgefîlmê derhêner Mizgîn Mujde Arslanê yê bi navê “Ez firiyam tu ma li cih” (2012) de cih girtiye jî hatibû tohmetkirin. Dozgerî îdia kiribû ku “ROJ TV, Ajansa Nûçeyan a Firatê û DIHA di bin kontrola rêxistinê de ye” û têkiliya Şahînê bi van dezgehên medyayê re heye.
Çi bûbû?
Ozay Şahîn, derhênera dîmenan di 13ê Sibata 2012yan de dema “Operasyonên KCKyê pêk dihat” tevî derhêner Mizgîn Mujde Arslanê hatibû desteserkirin. Lê ji ber kêmbûna delîlan tevî Arslanê serbest bûbû.
Piştî serbestbûnê, dadgehkirina Şahînê dewam kir. Dozgerî dixwest ku Şahîn bi 15 sal cezayê girtîgehê bê cezakirin. (TY/FD)