Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Daîreya Cezayan a 3yem a Dadgeha Edliyeyên Herêmî ya Stenbolê ango Îstinafê, cezayê girtinê yê ku li li Prof. Dr. Zubeyde Fusûn Ustel, akademisyena aştîxwaz, hatiye birîn, pesend kiriye.
Biryar bi pirdengê hatiye standin û li gorî vê encamê sal û 3 meh cezayê girtinê yê Ustelê hatiye erêkirin.
Endamekê heyeta dadgehê li hemberî biryarê derketiye û gotiye ku divê dadkirin ne li gorî xala 7/2yê ya Qanûna Dijterorê (TMK) lê li gorî Xala 301ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) were kirin.
Dadgeha Îstinafê ev biryar di 25ê Sibata 2019ê de daye.
Cara pêşiyê ye ku Îstînaf cezayekî pesend dike
10ê Çileya Paşîn a 2016ê, "Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz" (BAK) danezana "Em ê nebin şirîkên vî sûcî" îmze kiribûn. Danezan bi îmzeya 1128 akademîsyenan hatibû weşandin. Paşê jimara beşdaran bûbû 2212. Dozger Îsmet Bozkûrtî îdianame li ser akademisyenan amade kiribû û xwestibû ku akademisyen li gorî Xala 7/2yê ya Qanûna Dijterorê (TMK) ya hejmar 3713ê û bi tohmeta “propaganda rêxistinê kirine” werin cezakirin.
32em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, 4ê Nîsana 2018ê de biryar derbarê Ustelê de derxistibû û sal û 3 meh cezayê girtinê lê birî bû.
Ustelê nexwestibû ku cezayê lê hatiye birîn û aşkerekirina vî cezayî were taloqkirin.
27 dosya li ber destê Dadgehên Îstinafê ne
Ji bilî yên biryara taloqkirinê ya derbarê aşkerekirina cezayan de hatine dayîn, 27 dosyayên akademisyenên ku nexwestine aşkerekirina cezayên wan werin taloqkirin, li ber destê Dadgehên Îstinafê ne.
Heta niha 137 dosyayên akademisyenan bi encam bûne. Sal û 3 meh cezayê girtinê li 100 akedemisyenan, sal û 10 meh cezayê girtinê li li 14 akademisyenan, sal û 6 meh cezayê girtinê li 6 akademisyenan, 2 sal û 3 meh cezayê girtinê li 15 akademisyenan, 2 sal û 6 meh cezayê girtinê li 2 akademisyenan, 2 sal û mehek cezayê girtinê li akademisyenekî/ê, 3 sal cezayê girtinê li akademisyenekî/ê hatiye berîn.
Çi bûbû?10ê Çileya Paşîn a 2016ê, "Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz" (BAK) danezana "Em ê nebin şirîkên vî sûcî" îmze kiribûn. Danezan bi îmzeya 1128 akademîsyenan hatibû weşandin. Paşê jimara beşdaran bûbû 2212. Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 26ê Sibata 2019ê 486 akademîsyen hatine dadkirin. Cezayê girtinê Dadgehan; Ji bo her yek ji 98 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê daye. Ji bo her yek ji 14 akademîsyenan salek 10 meh û 15 roj cezayê girtinê daye. Ji bo her yek ji 4 akademîsyenan salek û şeş meh cezayê girtinê daye. Ji bo akademîsyenekî 2 sal û mehek cezayê girtinê daye. Ji bo akademîsyenekî/ê jî sê sal cezayê girtinê daye. Dadgehan li ser hev cezayê girtinê daye 135 kademîsyenan. "Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)" Heta 27ê Sibata 2019ê, 12 akademîsyenan "Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)" qebûl nekiriye. Ji bo her yek ji 7 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê, ji bo akademîsyenekî/ê du sal û sê meh, ji bo akademîsyenekî du sal û şeş meh, ji bo akademîsyenekî sê sal cezayê girtinê hatiye dayin. Biryara ji bo akademîsyenekî/ê hêj nehatiye eşkerekirin. Ji bo HAGByê fikra sê akademîsyenan nehatiye pirsîn. Yek ji wan 6 mehî, yek ji sê mehan 3 salî, û yek ji 2 sal û 3 mehan cezakirin. Bêyî ku HAGB bê pirsîn ji bo akademîsyenekê/î salek û 6 meh, ji bo akademîsyenekî/ê salek û şeş meh, ji bo akademîsyenekî jî 2 sal û 3 meh cezayê girtinê hatiye dayin. |
(TP/FD)