1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê di doza kuştinên ku faîlên wan nediyar in de biryara demboriyê û beraetê dabû. Dadgeha Îstinafê ev biryarên ku dadgeha navborî dabû pejirand.
Li gorî nûçeya Asuman Arancayê ya T24ê, dadgeha îstinafê dosyeya kuştina Abdulmecît Baskin û Behçet Canturk ji ber demboriyê erê kir û ji bo kuştinên din jî biryara beraetê ya ku dadgehê dabû guncaw nirxand û biryar erê kir.
Di biryarê de îfadeyên bersûc Ayhan Çarkin wek “nerast, nakok û manîpulatîf” hat nirxandin. Her weha îfadeyan şahidan, gotin û delîl jî wek “bîstin, nêrîn û pêşbîni” hatin nirxandin.
Dosya dê ji bo Dadgeha Bilind were şandin.
Mehmet Agar wê ji nû ve were dadkirin
Çi bûbû?
Salên 90an gelek karsaz û nivîskar hatibûn kuştin. 20ê Kanûna Pêşiyê ya 2013ê doz hatibû vekirin.
Bersûcên dozê; Mehmet Ağar, İbrahim Şahin, Korkut Eken, Ayhan Çarkın, Ayhan Akça, Ziya Bandırmalıoğlu, Ercan Ersoy, Ahmet Demirel, Ayhan Özkan, Seyfettin Lap, Enver Ulu, Uğur Şahin, Alper Tekdemir, Yusuf Yüksel, Abbas Semih Sueri, Lokman Külünk, Mahmut Yıldırım, Nurettin Güven, Muhsin Korman bi kuştina Abdülmecit Baskın, Namık Erdoğan, Metin Vural, Recep Kuzucu, Behçet Cantürk, Savaş Buldan, Haci Karay, Adnan Yıldırım, İsmail Karaalioğlu, Yusuf Ekinci, Ömer Lutfi Topal, Hikmet Babataş, Medet Serhat, Feyzi Aslan, Lazem Esmaeılı, Asker Smıtko, Tarık Ümit, Salih Aslan ve Faik Candan têne sûcdarkirin.
(AS/AY)