"Polîsên exlaqparêz" di 13ê Îlonê de Jîna Mahsa Amînî desteser kiribû. Li qereqolê ji ber kiryarên xirab, tenduristiya Jîna Mahsa Amîniyê nebaş bûbû. Amînî di 16ê Îlonê de miribû. Piştî mirina wê li 17ê Ilonê û pê ve li seranserê Îranê, xwenîşandan dewam dikin.
Hunermendê Kurd Samîn Yassîn (Seydî) ku di dema çalakiyan de bi stranên xwe piştgirî dida çalakvanan, di 2ê Çiriya Pêşiyê de hatibû desteserkirin. Dadgeha rejîma Îranê cezayê darvekirinê li hunermend Yassîn biriye.
Hunermend Yassîn ku li bajarê Kirmanşana rojhilatê hatibû desteserkirin, di dema desteserkirinê de rastî îşkenceyên giran hatiye û piştî demekî dirêj ê desteserkirî ye, duh derxistine dadgehê. Yassîn, her 11 tawanbariyên lê hatin kirin qevûl nekiriye. Tevahiya darizandinê li ser televîzyona dewletê ya Îranê bi zindî hatiye weşandin ku rejîm her tim weke amûreke “belavkirina tirsê” bi kar tîne. Darizandina Yassîn tenê 10 deqeyan dom kiriye û şandeya dadgehê cezayê darvekirinê daye Yassîn.
Biryara dadgehê hatiye protestokirin
Piştî ragihandina biryarê, li gelek bajarên rojhilatê ciwan daketine kolanan û biryar protesto kirin. Di heman demê de ji gelek welatên cîhanê gelek hunermendan cezayê darvekirinê şermezar kirine û ji bo ku rejîm ji vê biryara xwe vegere, dest bi kampanyayê kirine.
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê