Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Hon Kongê sê mêrên trans xwestine navê zayenda xwe li ser nasnameya xwe bidin nivîsîn lê Dadgeha Bilind a Hon Kongê ev daxwaz red kiriye.
Sê mêrên trans xwestine nasnameya wan a fermî li gor nasnameya wan a zayendî bê guhertin.
Li Hon Kongê bi tenê piştî emeliyata “genîtal” bi fermî guhertina navê zayendê tê qebûlkirin. Ev biryara dadgehê rê li ber wan transên naxwazin emeliyat bibin digire.
Binpêkirina mafê saxlemiyê
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî daye zanîn ku ji bo dewlet zayenda mirovan binasin şertê emeliyata tibî, binpêkirina mafê saxlemiyê ye.
Birêvebirê şaxê Hon Kongê yê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Man-kei Tam gotiye:
“Ev biryar derbeyeka li mafên transan e.
“Divê ti kes ji bo zayenda xwe eşkere bikin ne mecbûr bin bêne emeliyatkirin.”
(EÖ/EMK/MB)