Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
27. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê îro saet 13.30ê dest bi dadkirinê kiriye. Piştî ku Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê biryara girtina bersûcên Doza Rojnameya Cumhuriyetê da bersûc ji girtîgehan derketibûn.
Di dema dadkirinê de pêşiyê biryara Dadgeha Bilind hatiye xwendin. Dadgeha herêmî biryar daye ku ew ê li dijşî biryara Dadgeha Bilind li ber xwe bide.
Li ser vê yekê dosyeyên bersûcan hatine vekirin.
Ahmet Şikî li ser dadkirinê gotiye:
“Rast e ku li vê derê hin sûc hatine kirin. Lê ne van kesên li vê derê ew sûc kirine. Dadwerîya di kontrola hikumetê de ev sûc kiriye. Dozgerî jî bi biryara xwe eşkere kir ku ew jî şirîkê vî sûcî ye.”
Çi bûbû?
Parêzerên rojnameya Cûmhûriyetê li hemberî biryara 3yem Daîreya Cezayan a Dadgeha Adlîyeyê ya Herêmî ya Stenbolê serî li Dadgeha Bilind dabû.
Parêzeran di daxwaznameya xwe de diyar kiribû ku “biryara cezakirinê bi awayekî aşkere li dijî hiqûqê ye û ji ber wê jî divê betal bibe”. Her weha gotine ku ji bo cezayên girtinê yên di bin pênc salan de mafê temyîzê bê dayîn.
Li gorî nûçeya Alîcan Ûlûdagî yê ji rojnameya Cûmhûriyetê, di daxwaznameyê de her weha hatibû xwestin ku ji bo betalkirina qanûna rêya temyîza wan kesên di bin pênc salan de ceza li wan hatine birîn serî li Dadgeha Destûrî bê dayîn û daxwaza dozê bê kirin. Dîsa hatibû xwestin ku heta Dadgeha Destûrî biryarê bide bila dadkirin bê sekinandin.
Parêzerên rojnameya Cûmhûriyetê Dûyûn Yarsûvat, Fîkret Îlkîz, Bahrî Bayram Belen, Aynûr Tûncel, Tora Pekîn, Abbas Yalçin û Halîl Kocabaş daxwazname amade kiribûn ku ji 208 rûpelan pêk hatibû. Parêzeran daxwazname bi rêya dadgeha îstinafê şandibûn 16em Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind.
(AS/MB)