Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Dadgeha Cezayên Giran a Hatayê, bi sûcên “sixurî” û “endambûna rêxistinê” 45 sal cezayê girtinê da herdu rojnamegerên Nûrî Akman û Erdogan Alayumat.
Herdu rojnameger ji bo Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê(DIHA) dixebitîn. DIHA bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de ya 675. hatibû girtin.
Digel ku hat îspatkirin rojnamegeran hemî nûçe ji bo ajansa nûçeyan şandine, Tacettin Pınarê dozger ew bi “sîxurî” û “endambûna rêxistinê” sûcdar kirin.
Çi bûbû?
Erdogan Alayûmat û Nûrî Akman nûçegîhanên dihaberê, dema ji bo nûçeyekê li Hatayê li ser sînorê Sûriyeyê bûn hatibûn desteserkirin. Piştî 14 rojan Alayûmat û Akman derketin pêşberî dadgehê, Alayûmat hat girtin, Akman serbest ma.
Alayûmat û Akman piştî îfadeyên xwe yên dozgeriyê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “alîkariya rêxistinê”, “li ser navê rêxistinê kirina xebatên milişiyê û hevkariyê” û “aşkerekirina razên Dewleta Komarî ya Tirkiyeyê yên ku divê nepenî bimînin” şandibûn Duyem Dadweriya Ceza ya Sulhê.
Li gorî nûçeya dihaberê, Alayûmat û Akmanî îdia qebûl nekirine û diyar kirine ku ew ji bo karê rojnamegeriyê li Hatayê bûne.
Dadweriyê daxwaza girtina Alayûmat û Akmanî ya ji ber “endamtiya rêxistinê” red kir lê derbarê Alayûmat de bi îdiaya ku “Zanyariyên dewletê yên ku divê nepenî bimînin bi armanca sîxuriya leşkerî û siyasî bidest xistiye” biryara girtinê stand. Herwiha Akmanî bi şertê kontrola edlî û derketina derveyî welat berda.(EKN/MB)