Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Erdogan Alamût ji ber nûçe, wêne û vîdeoyên ji bo Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê(DIHA) amade kirîn hatibû girtin. Dadgeha biryara girtina wî dayî biryara tehliyekirina wî daye.
Dadgeha Cezayên Giran a Hatayê, bi sûcên “sixurî” û “endambûna rêxistinê” 45 sal cezayê girtinê dabû herdu rojnamegerên Nûrî Akman û Erdogan Alayumat.
Herdu rojnameger ji bo Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê(DIHA) dixebitîn. DIHA bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de ya 675. hatibû girtin.
Digel ku hat îspatkirin rojnamegeran hemî nûçe ji bo ajansa nûçeyan şandine, Tacettin Pınarê dozger ew bi “sîxurî” û “endambûna rêxistinê” sûcdar kirin.
Li gorî nûçeya dihaberê, Alayûmat û Akmanî îdia qebûl nekirine û diyar kirine ku ew ji bo karê rojnamegeriyê li Hatayê bûne.(AS/MB)