Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Dadgeha Enqereyê ya Sûlh û Cezayî ya 7. çêkirina nûçeyên li ser kuştina balyozê Rûsyayê yê li Tirkiyeyê, Andrey Karlovî qedexe kir.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê, dadgehê eşkere kiriye ku “agahiyên hin kesan ên li medyaya nivîskî û dîmenî beşek ji lêpirsînê ne û ev yek jî nahêle lêpirsîn bi awayekê biserkeftî bê kirin” ji ber wê biryara qedexekirina çêkirina nûçeyan hatiye dayin.
Her dîsa dadgehê eşkere kiriye ev biryar “ji bo parastina rêk-û-pêkîya civakê, ewlehiya wê û yekîtîya axa [welatî]” hatiye îlankirin.
Duhî axiftinên xuşka êrîşkarî (xuşka Mevlüt Mert Altıntaşî) û îro şîroveyên destgirtiya êrîşkarî bûbûn nûçe.
Lêpirsînê heyeteka ji 18 kesan pêk tê ya Rûsyayê digel polîsên Tirkiyeyê bi rê ve dibe.
Ji bo lêpirsînê 13 kes hatine desteserkirin. (AS/MB)