Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehîn piştî du salan wê serlêdana 10 rojnamegerên girtî nîqaş bike.
Dadgeh wê vê hefteyê civîna xwe ya giştî çêbike û serlêdana 10 rojnamegeran nîqaş bike. Di nava wan de Ahmet Altan, Nazli İlicak, Mûrat Sabûncû, Akin Atalay, Kadrî Gursel, Onder Çelîk, Mûrat Aksoy û Ahmet Şik jî heye.
Li gorî nûçeya Cansû Pişkîn a li Expression Interruptedê, Dadgeha Destûrî li ser malpera xwe ya fermî aşkere kiriye ku ew ê serlêdana 10 rojnamegeran di 2yê Gulana 2019ê de nîqaş bike.
Rojnamegeran di serlêdana xwe de diyar kiriye ku girtina wan dijhiqûqî ye, daxwaza wan a bi destxistina dosyaya lêpirsînê hatiye astengkirin, ji ber wê jî mafê wan ê azadiyê, mafê ewlehiyê û azadiya xweîfadekirinê û çapemeniyê hatine binpêkirin. Dadgeh wê li gorî van daxwazan serlêdana rojnamegeran binirxîne.
Dadgeha Destûrî her weha wê li serlêdana Mûrat Sabûncû, Akin Atalay, Kadri Gursel, Ahmet Şik û Onder Çelîkî jî binirxîne ku ji ber doza rojnameya Cûmhûriyetê hatibûn girtin. (HA/FD)