Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehîn wê doza wan kesên li Cizîrê, navçeya Şirnexê di dema qedexeya derve de li du jêrzeminan hatibûn kuştin, roja 21ê Nîsanê binirxîne.
Parêzer Ramazan Demîrî daxuyaniyek weşandiye û gotiye wê dadgeh dest bi dadgehkirinê bike.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 7ê Sibata 2019ê de biryara xwe ji bo dosyayeke wiha aşkere kiribû. Ew dosya jî derbarê wî tiştî de bû ku beriya niha bi sê salan li Cizîrê, navçeya Şirnexê di dema operasyonan de û qedexeya derketina derve de 189 cizîrî hatibûn kuştin.
Ew dosya ya Orhan Tunçî bû ku di dema operasyonê de birîndar bûbû û li jêrzemînekî can dabû. Orhan Tûnç jî tê de ji bo 20 kesan di 11ê Sibata 2016ê de serî li DMMEyê dabûn.
DMMEyê bi sedema ku rêyên hiqûqa navxweyî neqediyane, serlêdan qebûl nekiribû.
Dijhiqûqiyên li Cizîrê pêk hatibûn, ketibûn nav raporên gelek saziyên navnetewî, yên weke Neteweyên Yekgirtî, Parlamentoya Ewropayê, Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, DMMEyê. (AS/FD)