Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha Destûrî têkildarî daxwaza dema zêde ya Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya ji bo di doza girtinê de parastinê bike, wê di 2ê Îlonê de bicive.
Bixwîne-HDPyê ji bo paraznameya doza girtinê xwestiye hineke din demê bidin wan
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê Dadgeha Destûrî têkildarî daxwaza dema zêde ya HDPê wê di vê civînê de biryarê bide.
Heke Dadgeha Destûrî daxwaza Komîsyona Hiqûqê ya HDPê qebûl bike dema parastinê wê 90 rojî dirêj bibe, qebûl neke wê HDP paraznameya xwe ya yekem di 7ê Îlonê de pêşkêş bike.
Çi bûbû?
Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind îdianameya duyem a ji bo girtina HDPyê hatibû amadekirin, di 7ê Hezîranê de şandibû Dadgeha Destûra Bingehîn. Dadgehê di 21ê Hezîranê de lêkolîna xwe ya yekem kiribû û îdianame qebûl kiribû. Dadgehê 70 klasorên din û 8 flash kart şandibû HDPyê û jê xwestibû ku di 60 rojan de paraznameya xwe amade bike.
Îdianameya duyem 843 rûpel e û tê xwestin ku biryara qedexeya siyasî ji bo 451 kesan were dayîn. (KO/AY)