Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Malbata Hrant Dînkî serî li Dadgeha Destûrî dabû û gotibû ku derbarê rayedarên dewletê de lêpirsîn nehatiye kirin û bila bê kirin. Dadgehê serlêdana wan bi hinceta ku rêyên serlêdanê yên dadgehê neqediya ye qebûl nekiriye.
Di dema dadgehkirina doza kuştina Hrant Dînkî de dadgehê ji bo bersûcên doza Ergenekonê Tûggeneralê teqawidbûyî Velî Kuçuk, Kemal Kerînçsîz, Alîkarê Waliyê Kevin ê Stenbolê Ergun Gungor û erkdarê teqawidbûyî yê MITê Ozlem Yilmaz jî di nav de ji bo 24 kesan biryara ne hewceyî pêketinê ye dabû.
Malbatê ji ber vê biryarê di sala 2016ê de serî li Dadgeha Destûrî dabû.
Ji bo berlêdana malbata Dinkî ya ku sê salan li ber destê Destûra Bingehîn mabû, di meha Hezîranê de Wezareta Dadê nêrînên xwe pêşkêş kiribu. Wezaretê gotibû ku dadgehkirin berdewam dike û zanyarî derbarê dosyayê de dabû.
Dadgeha Destûrî di biryara xw ede gotiye ku hîna rêyên dadgehkirinê neqediya ye:
“Li gorî wan hincetên ku hatine gotin, hewce nake ji bo şert û mercên din lêkolîna wê bê kirin û ji ber ku rêyên serlêdanê neqediya ye divê biryar bê dayîn ku serlêdan neyê qebûlkirin.
“Ew îdîaya ku dibêje mafê jiyanê hatiye binpêkirin, ji ber ku hîna rêyên serlêdanê neqediya ye nehatiye qebûlkirin.” (HA/FD)