Fotograf: Ajansa Mezopotamya
Ji bo Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Mûsa Farisogûllariyî, her du parlamenterên berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî parlamenteriya wan li Parlamentoyê hate betalkirin serî li Dadgeha Destûrî dabûn. Daxwaz ji Dadgeha Destûrî kiribûn ku biryara Parlamentoyê ji bo wan derxistiye, bila were betalkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Dadgehê ev daxwaz qebûl nekiriye û gotiye ku ev ne erka wan e. Erk di destê Parlamentoyê de.
Çavlirê ye ku Dadgeha Destûrî di rojên pêş de biryara xwe ya bi sedem aşkere bike.
Necdet Îpekyuk, Parlamenterê HDPyê yê Êlihê ji bo Mûsa Farisogûllari, Hişyar Ozsoy, Parlamenterê HDPyê yê Amedê jî ji bo Leyla Guvenê, di 10ê Hezîranê de serî li Dadgeha Destûrî dabûn. Di serlêdanê de hatibû gotin ku mafê Guven û Farisogullariyî di 7 xalan de hatine binpêkirin ku Xalên 2, 10, 13, 25, 26, 67 û 83 yên Destûra Bingehîn, Xala 138an a Rêziknameya Parlamentoyê, Xalên 10, 11 û 18an ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û Xala 3yem a Protokola Lêzêdekirî û li gorî Xala 85an a Destûrê divê biryara betalkirina parlamenteriya Guven û Farisogûllariyî were rakirin.
Çi bûbû?
Piştî di Desteya Giştî ya Meclîsê de cezayên ku Dadgeha Bilind daye her sê parlamenteran hatiye xwendin, parlamenteriya Enîs Berberlioglû, parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Stenbolê û herdu parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven û Musa Farisoglullari hatibû betalkirin.
Rakirina parêzbendiyê û hilweşandina parlamenteriya Enis Berberoglu ji ber doza Rêxistina Istixbaratê ya Netewî (MIT) bûye. Berberoglû ji ber belavbûna nexweşiya covid-19ê roja înê hatibû tehliyekirin.
Herwiha parlamenteriya her yek ji parlamenterê HDPyê Musa Farisoglullari û Leyla Guvenê jî ji ber doza Koma Civakên Kurdistan (KCK) hatibû betalkirin.
Herdu parlamenterên HDPyê Leyla Guven û Musa Farisoglullari ku niha parlamenteriya wan hatiye hilweşandin, pêştir di 24ê Îlona 2019an de cezayê girtîgehê bi ser wan de hatibû sepandin. Her du parlamenteran bi tohmeta "Endamtiya Rêxistina Terorê " ji aliye 2em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve ceza girtibûn. Dadgehê 9 sal ceza dabû Farisogûlları û 6 sal û 3 meh jî ji Leyla Guvenê birîbû. Guven jî di 9ê Hezîranê de tehliye bûbû.
Cezayê her sê parlamenteran ji aliyê 16em Daîreya Cezayê Dadgeha Bilind ve hatibû pesend kirin. (FD)