Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana Omer Farûk Gergerlîoglûyî, Parlamenterê Kocaeliyê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) wê di 1ê Tîrmehê de binirxîne. Parlamenteriya Gergerlîoglûyî hatibû betalkirin.
Bi sedema ku Omer Farûk Gergerlîoglû di sala 2016an de li ser medyaya civakî mesajek weşandiye bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Piştî Dadgeha Bilind ev ceza pesend kiriye, parlamenteriya Gergerlîoglûyî di 17ê Adarê de hatibû betalkirin û di 2ê Nîsanê de li mala wî ew desteserkiribûn û biribûn Girtîgeha Sîncanê.
Gergerlîoglû ji bo ku biryara derbarê parlamenteriya wî de were betalkirin, serî li Dadgeha Destûrî dabû. Gergerlîoglû di serlêdanê de biryara Dadgeha Destûrî ya derbarê Enîs Berberoglû de bibîrxistiye. Parlamenteriya Enîs Berberoglûyî hatibû betalkirin û piştre Dadgeha Destûrî biryar dabû ku mafê Berberoglûyî hatiye binpêkirin. Li ser biryara dadgehê Enîs Berberoglû vegeriya ye ser erka xwe li meclîsê.
Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûrî di 1ê Tîrmehê de wê bicivîn û serlêdana Gergerlîoglûyî binirxîne.
Çi bûbû?
Bi sedema ku di sala 2016an de li ser medyaya civakî mesajek weşandiye, 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê, di 21ê Sibata 2018ê de, bi tohmeta “propagandaya rêxistinê kiriye” 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Omer Farûk Gergelîoglûyî birîbû.
16em Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind ev ceza di 19ê Sibatê de pesend kiribû. Piştî biryara Dadgeha Bilind aşkere bû, Gergerlîoglûyî diyar kir ku ev biryar siyasî ye. Li ser vê biryarê fezleke ji bo Gergerlîoglûyî amade kiribûn. Ew fezleke şandibûn Parlamentoyê. Gergerlîoglûyî li dijî vî cezayî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. Dadgehê dawxaza Gergerlîoglûyî qebûl nekiribû.
Di 17ê Adarê de parlamenteriya Gergerlîoglûyî hatibû betalkirin û wî heman rojê li Parlamentoyê dest bi “Nobeta Edaletê” kiribû. Di 21yê Adarê de nêzîkî 100 polîsan ew li Paramentoyê desteser kiribûn. 7 saetan desteserkirî mabû û paşê serbest bûbû. (KO/AY)