Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê serlêdana şexsî ya Omer Farûk Gergerlîoglûyê HDPyî de biryara xwe aşkere kiriye. Gergerlîolû, dema Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû parêzbendiya wî rakiribûn û parlamenteriya wî betal kiribûn.
Dadgehê di biryara xwe de gotiye “mafê hilbijirîn û xebata siyasî” û “mafê azadî û ewlehiya şexsî” yê Omer Farûk Gergerlîolûyê HDPyî binpê kirine.
Dadgehê her weha diyar kiriye ku divê ji Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê ya re bilez û bez nivîsek were nivîsandin. Dadgehê gotiye ku vê dadgeha ku cara pêşiyê ceza li Gergerlîoglûyî biriye, divê ji bo tehliyekirina Gergerlîoglûyî kar û xebatê bike.
Salîh Gergerlîoglû, kurê Omer Gurûk Gergerlîoglûyî biryar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî aşkere kiriye û wiha gotiye: “Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo bavê min biryara ‘binpêkirina mafî’ da. Wê tehliye dibe, bavê min wê tehliye dibe.”
Piştî biryara Dadgeha Destûrî ji bo vegera Gergerlîoglûyî ya Parlamentoyê wê pêvajo destpê bike.
Çi bûbû?
Bi sedema ku di sala 2016an de li ser medyaya civakî mesajek weşandiye, 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê, di 21ê Sibata 2018ê de, bi tohmeta “propagandaya rêxistinê kiriye” 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Omer Farûk Gergelîoglûyî birîbû.
16em Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind ev ceza di 19ê Sibatê de pesend kiribû. Piştî biryara Dadgeha Bilind aşkere bû, Gergerlîoglûyî diyar kir ku ev biryar siyasî ye. Li ser vê biryarê fezleke ji bo Gergerlîoglûyî amade kiribûn. Ew fezleke şandibûn Parlamentoyê. Gergerlîoglûyî li dijî vî cezayî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. Dadgehê dawxaza Gergerlîoglûyî qebûl nekiribû.
Di 17ê Adarê de parlamenteriya Gergerlîoglûyî hatibû betalkirin û wî heman rojê li Parlamentoyê dest bi “Nobeta Edaletê” kiribû. Di 21yê Adarê de nêzîkî 100 polîsan ew li Paramentoyê desteser kiribûn. 7 saetan desteserkirî mabû û paşê serbest bûbû. (RT/FD)