Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehîn aşkere kiriye ku bi biryara girtina rojnameger Hakan Aygunî ya ji ber tweeteke wî, mafê wî binpê kirine.
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ji bo şewba koronavîrusê di weşana zindî de hesabê bankeyê yê ji bo alîkariyê dabû û ji welatiyan xwestibû ku alîkariyê bikin da ku ew jî li welatiyan belav bikin. Aygunî di tweeteke xwe de ev tişt rexne kiribû û cihê gotina “Îman”ê û “ÎBAnê guherandibû û li şûna “Ey kesên ku îmanê dikin” gotina “Ey kesên ÎBANê dikin” nivîsandibû. Di 3yê Nîsanê de bi tohmeta ku “kîndarî û dijminatiyê di nava gelî de ava dike û gelî biçûk dixe” li gorî Xala 216ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) polîsan Aygun desteser kiribûn û dadgehê ew girtibû. Aygun di 6ê Gulanê de derketibû pêşberî heyeta dadgehê û azad bûbû.
Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana şexsî ya Aygunî nirxandiye û di biryara xwe de bal kişandiye ser biryarên ku berê daye, xalên Dadgeha Destûrî, biryarên Dadgeha Bilind û yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).
Dadgehê di biryara xwe de gotiye, aşkereye ku mesajên Aygunî cidaxawaziya beşek ji civakê dike û heta wan biçûk dixe, “lê digel vê jî tevahiya mesajên wê ne mimkun e bê gotin ku xwe dispêre cidahiya pol, nîjad, ol, mezheb an jî herêmî ya beşeke ji civakê û kîndarî û dijminahiyê di nava gelî de ava dike.”
Dadgehê her weha diyar kiriye ku di mesajên Aygunî de gotinên peywendiya wan bi tundkariyê re hene, nînin û tohmeta ku tê gotin kîndarî û dijminahiyê di nava gelî de ava dike, têra xwe nehatiye lêpirsîn.
Dadgeha Destûra Bingehîn diyar kiriye ku mafê azadî û ewheliya şexsî ya Aygunî hatine binpêkirin û divê 40 hezar TL tazmînata manewhi bidine wî. (HA/FD)