Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Destûrî biryara xwe ya derbarê astengkirina nûçeya bianetê da ku nûçeya bi navê “Sıcak İş İlişkileri Değil Taciz” (Ne têkiliyên germ ên karî ne lê tacîz e) beriya niha bi 12 salan li bianetê hatibû weşandin û paşê doz lê hatibû vekirin.
Dadgehê 30ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) de biryara xwe daye û ev biryar îro di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin. Li gorî biryara dadgehê, “Azadiya çapemeniyê û ya xweîfadekirinê ya ku di bin ewlehiya xala 26 û 28em a Destûra Bingehîn de ye hatiye binpêkirin” û ji bo encamên binpêkirinê ji holê bê rakirin divê ji nû ve dadgeh were dayîn.
Çi bûbû?
Nûçeya navborî, 30ê Tebaxa 2006ê li ser bianetê hate weşandin. Midûrê giştî yê şîrketa balafiran ê ku di nûçeyê de navê wî derbas dibe, bi îdiaya ku “mafên wî yên takekesî hatiye binpêkirin” serî li dadgehê dabû. Ji dadgehê daxwaz kiribû ku lînka nûçeya bianetê jî di nav de lînka gelek malperên nûçeyan bên astengkirin.
7em Dadweriya Ceza û Silhê ya Stenbolê 23yê Hezîrana 2015ê biryar girtibû ku lînkên nûçeyan bên astengkirin.
Dadgehê di biryara xwe de gotibû ku “digel ku nûçe ye jî ji ber mijar ne aktuel e û mafê takekesî hatiye binpêkirin” divê bê astengkirin.
Li dijî vê biryarê 21ê Tîrmeha 2015ê serî 8em Dadweriya Ceza û Silhê ya Stenbolê hatibû dayîn. Lê Dadgehê daxwaz qebûl nekiribû.
Piştî vê biryarê, Nadire Mater, Seroka Weqfa Ragihandinê ya IPSyê û Şêwirmenda Projeya bianetê û Ertûgrûl Kurkçu, Sekreterê Giştî yê Weqfa Ragihandinê ya IPSyê bi rêya parêzera xwe Merîç Eyuboglûyê, li ser navê bianetê serî li Dadgeha Destûrî dabûn.
Di serlêdanê de hatibû gotin ku, “biryara astengkirina nûçeyê tê wateya binpêkirina azadiya çapemeniyê û xweîfadekirinê”.
Dadgeha Destûrî serlêdan qebûl kiribû û di biryara xwe ya îro ku di Rojnameya Fermî de hatiye belavkirin de gotiye, “mafê azadiya çapemeniyê û yê xweîfadekirinê hatiye binpêkirin”. (AS/FD)