Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Nazan Bozkûrta ku li Kolana Yukselê ya Enqereyê bi slogana "ez dixwazim vegerim karê xwe", di 11ê Çiriya Paşiyê ya 2019an de civîneke çapemeniyê li dar xistibû. Polîsan di dema çalakiyê de derb lê dabûn û di wesayita desteserkirinê de kulmek li ser rûyê wê dabûn. Her weha polîseke jin dev lingê wê kiribû.
Bozkûrtê giliyê polîsan kiribû lê ti encam bidest nexibtibû. Wê jî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. Dadgehê biryara xwe di 7ê Kanûna Pêşiyê ya 2022yan de daye.
Dadgehê di biryara xwe de diyar kiriye ku hêla madî û rêbazî ya qedexeya eziyetkirinê, li gorî xala 17an a Dadgeha Destûrî hatiye binpêkirin û ji bo encamên binpêkirina eziyetkirinê ji holê bê rakirin û lêpirsîna bûyerê bê kirin, dosye şandiye Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê.
Polîsan îdia kiribû ku wê xwe ji wesayitê avêtiye
Polîsên ku midaxele li çalakiyê kiribû, di zabitnameya xwe de îdia kiribûn ku Bozkûrtê xwe ji wesayita desteserkirinê avêtiye û rûyê wê li erdê ketiye û birîndar bûye.
Lê Dadgeha Destûra Bingehîn di biryara xwe d gotiye, nehatiye diyarkirin bê ka Bozkûrt li kîjan cihê hişk ketiye, di dîmenên kamerayê yên pisporan lêkolîn li ser kirine de jî derbarê vê de dîmen nîne.
Dîsa Dadgehê gotiye, "Ne mimkun e ku bikaranîna ew hêza bûye sedema şikestina hestiyê rûyê Bozkûrtê, li gorî hêza qanûn guncav dibîne bê şîrovekirin."
Dadgeha Destûra Bingehîn rewşa birîndariya Bozkûrtê weke eziyetkirin penase kiriye.
Bozkûrt di sala 2017an de li Midûriyeta Nifûsê ya Çankayayê weke karmend dest bi kar kiribû û di 23ê Kanûna Paşiyê ya 2017an de bi Biryarnameyeke di Hukmê Qanûnan de ji kar hatibû derxistin. Bozkûrt wê demê bi slogana "ez dixwazim vegerim karê xwe" dest bi çalakiyê kiribû. Ji ber vê çalakiyâ wê doz lê hatibû vekirin û hîna tê dadgehkirin.
(AS/FD)