Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehîn biryara xwe ya derbarê îdianameya girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de aşkere kiriye. Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind ji bo HDP were girtin, îdianameyek amade kiribû.
Endamên Dadgeha Destûra Bingehîn îro kom bûne û nîqaşa îdianameyê kirine ku Bekîr Şahîn, Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind amade kiribû.
Bixwîne - Raportorê Dadgeha Destûrî îdianameya HDPyê bi şûn de şandiye
Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn gotiye ku di îdianameyê de kêmasiyên rê û rêbazî hene. Lijneyê ji bo van kêmasiyan ji holê rakin, îdianame bi şûn de şandiye ber destê Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind.
Piştî ku Serdozgeriya Kobarî ya Dadgeha Bilind van kêmasiyan ji holê rake û îdianameyê dîsa pêşkêşî Dadgeha Destûrî bike wê endamên Dadgeha Destûrî nîqaşa wê bikin. Lijneya Giştî paşê wê rojekê diyar bike û biryarê bide bê ka wê îdianameyê qebûl bikin an na. (HA/FD)