Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Dadgeha Destûrî di doza ku bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) hatibû vekirin de lêkolîna xwe ya pêşîn kiriye û îdianameya girtinê ‘biyekdengî’ qebûl kiriye.
Bixwîne - Serdozgerê Dadgeha Bilind: Em îddanameya HDPê ji nû ve amade dikin
Bixwîne- Dadgeha Destûrî wê di 21ê Hezîranê de ji bo îdianameya HDPyê bicive
Bixwîne- Serdozgeriya Dadgeha Bilind careke din daxwaza girtina HDPyê kiriye
Dadgeha Destûrî di doza ku bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) hatibû vekirin de lêkolîna xwe ya pêşîn kiriye.
Civata Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn îdianameya ku hatiye amadekirin, biyekdengî qebûl kiriye.
Dadgeha Bilind jî daxwaza tedbîrê ya ji bo betal kirina hesabê bankeyê yê ku alikariyên xezîneyê tê de ye qebûl nekiriye.
Her weha dadgehê biryar daye ku daxwaza qedexeya siyasî ya wan kesên ku navên wan di îdianameyê de ne wê piştre were nirxandin.
Lijneya Dadgeha Destûrî ya ku ji 15 kesan pêk tê wê di doza girtinê ya derbarê HDPê de xwedî biryarê be. Li gor Xala 69an ya Dadgeha Destûrî ji bo girtina partiya siyasî, jê birîna beşek an hemû hevkariyên xezîneya dewletê ji ser wê partiyê, ji 15 endamên ku tevlî civînê dibin, 10 jê denge erê bide wê biryara girtinê were dayîn.
(HA/AY)