Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehîn piştî ku îdianameya girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi yekdengî red kir, îdianame tevlî sedemên redkirinê bi şûn de şandiye Dadgeha Destûra Bingehîn.
Biryar di malpera Dadgeha Destûra Bingehîn de weşandine û lîsteyeke dirêj a kêmasiyên di îdianameyê de jî pê re heye.
Di beşa nirxandin û encamê de ev nêrîn hene:
“Li gorî ew nirxandin û daxuyaniyên li hatine kirin, di îdianameyê de nasnameyên wan ên aşkere ên cih dane çalakiyên wan nîne û di îdianameyê de bi awayekî aşkere çalakiyên li hin kesan hatine barkirin, dîroka van çalakiyan û van kesan di wan dîrokan de li Partiyê çi erka wan hebû nehatiye diyarkirin. Dezgeha îdianame amade kiriye neçar van tiştan diyar bike û nabe tespîtkirina van mijaran ji Dadgeha Destûrî re bihêle. Lewra di dozên girtina partiyan de wezîfeya Dadgeha Destûrî ne ew e ku çaakiyên kesên peywendîdar diyar bike, ew dikare çalakiyên li wan kesên peywendîdar hatine barkirin li gorî xala 69ê ya Dadgeha Destûra Bingehîn binirxîne.
Divê nirxandinê de wê bê nirxandin bê ka Partî bi van çalakiyan bûye navenda “çalakiyên li dijî yekgirtina dewlet, welat û netewê ya nayê parçekirin, lê kêmasiyên hatine diyarkirin derfetê nade ku ev nirxandin were kirin. Ango ji bo nirxandineke rast û durist weke kirin bê ka Partî bûye navenda van çalakiyan, divê kêmasiyên navborî ji holê rabin.
Di encamê de di wê îdianameya ku bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan hatiye amadekirin de,
1) bi awayekî vekirî
- nasname,
- hin çalakiyên li wan hatine barkirin,
- dîroka van çalakiyan,
- wezîfeya wan a li Partiyê ya di dema van çalakiyan de
Yên wan kesên behsa çalakiyên wan hatiye kirin û hatiye xwestin biryara qedexeyê ji bo wan were dayîn û ew kesên digel behsa çalakiyên wan hatiye kirin û hatiye xwestin biryara qedexeyê ji bo wan were dayîn, nehatiye diyarkirin,
2) Ji ber hatiye famkirin ku têkiliya di navbera wan çalakiyên îdia kirine û gotine “li dijî yekgirtina dewlet, welat û netewê ya nayê parçekirinê” ne lê ji bilî peyketin û lêpirsînê tiştekî din ji bo wan nehatiye kirin û navendbûna partiyê ya van çalakiyan e nehatiye girêdan, divê ev îdianame ya li dijî paragrafa (3) û (4) ya Xala 170an a Qanûna Daraziyê ya Cezayan hatiye amadekirin li gorî Xala 174an a Qanûnê bi şûn de bişînin Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind. (RT/FD)