Dadgeha Destûra Bingehîn wê îdianameyê ji 451 siyasetmedarên ku qedexeya siyasî ji wan re tê xwestin bişîne û di nava 30 rojan de parastina wan bixwaze.
Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza dirêjkirina demê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) qebûl kiribû û ji bo parastinê 30 rojên din jî dabû HDPê. Komîsyona Hiqûqê ya HDPyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû û ji bo di doza girtinê de parastinê bike xwestibû hinekî din demê bide wan.
Duh Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûrî kombûne û li ser daxwaza dema 4 mehî ya HDPê civîyane. Dadgehê ji bo ku HDP paraznameya xwe amade bike 60 roj dem daye.
Di îdianameya girtina HDPê de derbarê 451 siyasetmedaran de qedexeya siyasî tê xwestin. Dadgeha Destûrî wê îdianameyê ji 451 siyasetmedaran re bişîne û divê siyasetmedar di nava 30 rojan de parastina xwe bidin.
Çi bûbû?
Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind îdianameya duyem a ji bo girtina HDPyê hatibû amadekirin, di 7ê Hezîranê de şandibû Dadgeha Destûra Bingehîn. Dadgehê di 21ê Hezîranê de lêkolîna xwe ya yekem kiribû û îdianame qebûl kiribû. Dadgehê 70 klasorên din û 8 flash kart şandibû HDPyê û jê xwestibû ku di 60 rojan de paraznameya xwe amade bike.
Îdianameya duyem 843 rûpel e û tê xwestin ku biryara qedexeya siyasî ji bo 451 kesan were dayîn. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamya