Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Destûrî derbarê doza sê xwendekaran de biryara xwe aşkere kiriye ku di dema operasyona 1ê Gulanê de hatine desteserkirin û di vê demê de slogana “polîsên kujêr wê hesabê vî tiştî bidin” avêtine.
Dadgehê di biryara xwe de diyar kiriye ku nabe ji ber vê sloganê xwendekar bi tohmeta “sûcê heqaretê li erkdarê dewletê kiriye” werin cezakirin. Dadgeha Destûrî cezakirina xwendakaran weke binpêkirina azadiya xweîfadekirinê qebûl kiriye.
Di biryara bi hincet a Dadgeha Destûrî de hatiye gotin ku ev slogan “ne li dijî rûmet û nirxên polîsan e” lê weke rexneyekê ye.
Xwendekaran di wesayita polîsan de slogan avêtibû
Polîsên Midûriyeta Emniyeta Stenbolê di 14ê Gulana 2012ê de, ji ber çalakiyên di dema 1ê Gulanê de çêbûbûn, operasyenek li dar xistibû. Di vê çarçoveyê de avêtibûn ser Komeleya Parvekirin û Piştevaniyê ya li Kadikoyê.
Di dema serdegirtinê de sê xwendekar hatibûn desteserkirin ku yek ji wan 19 salî, her du yên din 20 salî bûne.
Xwendekar di dema desteserkirinê û di wesayîta polîsan de slogan avêtibûn û gotibûn “Wê hesab ji polîsên kujer bê xwestin, em ê bi berxwedanê bi ser kevin, zext wê nikaribin me bi paş de bixin”.
Polîsan giliyê xwendekaran kiribû û lêpirsînname ji bo wan hatibû amadekirin. Dadgeha 36em a Cezayên Asliyeyê ya Anadolûyê ya Stenbolê 13ê Gulana 2014ê de biryara xwe ya derbarê vê dozê de dabû û bi îdiaya ku “heqaret li polîsan kirine” 13 meh û 3 roj, bi îdiaya “nehiştine polîs wezîfeya xwe bikin û di ber xwe dane” jî 7 roj û 15 sal ceza li xwendekaran birî bû.
Her weha biryar girtibû ku biryara hatiye aşkerekirin taloq bibe. (AS/FD)