Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehîn di du dosyeyên cida de biryar daye ku mafê dadgehkirina adil hatiye binpêkirin. Dadgehê gotiye ku bila dadgehkirin ji nû ve pêk bê.
Rûşen Bayar û Ozgur Ûyanik di salên 2008 û 2009ê de di dosyayên cida cida de hatine dadgehkirin û cezayê miebetê li wan hatiye birîn. Ji ber ku polîsan bêyî parêzer li bal wan hebin, îfadeyên wan wergirtine û ji bo îfadeyên wan bigirin îşkence li wan kirine, Bayar û Ûyanikî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn.
Sedemên biryarên herdu serlêdanan îro di Rojnameya Fermî de hatine weşandin. Dadgehê di biryara xwe de diyar kiriye ku ji bo binpêkirina mafê wan ji holê rabe, divê careke din bên dadgehkirin. Her weha wê 20 hezar TLyî bidin her yek ji serlêderan.
Mafê wî yê bêdengiyê heye
Dadgehê ji bo Rûşen Bayarîgî gotiye ku ne bes e mafê wî parastinê bidne wî, her weha li gorî Xala 36ê ya Dadgeha Destûrî mafê hebûna parêzerî/ê heye û ev maf hatiye binpêkirin.
Di biryara Ozgur Ûyanikî de jî diyar kiriye ku weke prensîb divê ev maf ji dema destpêkirina jêpirsînê heta dawiyê bihata bikaranîn.
Beriya niha Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar dabû ku divê ji nû ve bên dadgehkirin. Lê dadgeha herêmî li şûna ku ji nû ve dadgeh bike nirxandina xwe li ser dosyayê pêk anîbû.
Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo vê jî gotiye, ev ne hiqûqî ye. (AS/FD)