11 girtiyên ku li girtîgehên cuda dimînin, ji bo nameyên ku lijneyên dîsîplînê dest datînin ser, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû. Dadgehê têkildarî serlêdanê biryara xwe aşkere kir.
Piştî ku lijneyên dîsîplînê dest danîn ser nameyên girtiyên bi navê Kamil Ozdemîr, Aydin Çiçin, Hasan Dîdar, Hasan Umut Ozer, Îsa Kaya, Mehmet Karaman, Muhammed Salîh Gurakar, Mûmîn Evran, Nurettîn Bûlbûl, Selman Esmer û Serkan Cengîz, wan girtiyan ji bo îtirazê serî li dadweriyên cezê yên ku li bajarên lê dimînin dan.
Binpêkirina azadiya agahîgirtinê
Piştî ku Dadweriyên Cezê îtîrazên girtiyan nepejirandin, girtiyan serî Dadgeha Cezayê Giran da û Dadgeha Cezayê Giran jî îtîraz red kirin û bêyî ku di derbarê naveroka nameyan de hincetek berbiçav nîşan bidin, biryar pesend kirin.
Li ser vê yekê, 11 girtiyan weke şexsî serî li Dadgeha Destûrî dan û îdia kirin ku ji bo redkirina îtirazan delîlên têrker nehatine pêşkêş kirin û azadiya wan a agahîgirtinê hatiye binpêkirin.
Serlêdan kirin yek
Dadgeha Destûrî ji ber ku mijara serlêdanan di warê hiqûqî de nêzîkî hev in, serlêdanên ku di demên cuda de hatine kirin, kir yek.
Dadgehê, ku serlêdan di çarçoveya azadiya agahîgirtinê ya ku ji aliyê xala 22an a Destûra Bingehîn ve tê parastin de nirxand û diyar kir ku çavdêrîkirin û destdanîna ser nameyên girtiyan midaxeleya li azadiya agahîgirtinê ye. Ji aliyekî din ve, Dadgeha Destûrî dît ku desteya dîsîplînê û rayedarên dadwerî di biryarên xwe de derbarê naveroka nameyan de hincetên berbiçav û hevgirtî pêşkêş nekirine.
Her weha Dadgeha Destûra Bingehîn di biryara xwe de destnîşan kir ku "Ew gihîştine wê encamê ku midaxeleya bi vî rengî di civakeke demokratîk de ne pêwîst e." Ji ber van hemû sedeman, dadgehê biryar da ku azadiya agahîgirtinê ya 11 girtiyan hatiye binpêkirin.
(AB/AY)