Parêzerên çar rojnamegerên ku li Wanê hatibûn girtin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dane, lê Dadgehê daxwaza bernana rojnamegeran qebûl nekiriye.
Li Wanê nûçegihanên Ajansa Mezopotamya Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala di 9ê Çiriya Pêşiyê de hatibûn girtin.
Parêzerên ji bo berdana rojnamegeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dane.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dadgeha Destûra Bingehîn di 20ê Çiriya Paşiyê de biryara xwe daye.
Dadgeha Destûra Bingehîn di biryara xwe de gotiye ku ji hêla Covid-19ê ve xetere li girtîgehan nîne û daxwaza azadkirina rojnamegeran qebûl nekiriye. Dadgehê ji bo serlêdana Cemîl Ûgûr û Şehrîban Abiyê jî di biryara xwe de diyar kiriye ku “derfetên rojnamegeran hene ku bikaribin xizmetên tenduristiyê bidest bixin, ti dokuman an jî zanyarî nîne ku girtina wan xetereyhe li ser jiyana wan an jî li ser hevgirtina laş û giyanê wan dike.”
Ev biryar biryareke demkî ye û tene piştî daxwaza azadkirina wan a ji bo şert û mercên tundiristiyê hatiye dayîn. Dadgehê ji bo serlêdana rojnamegeran a ji bo binpêkirina mafên wan ên azadiya xweîfadekirinê, azadiya şexsî û mafê ewlehiyê biryar nedaye.
Çi bûbû?
Polîsan roja 6ê Çiriya Paşiyê bi ser Buroya Ajansa Mezopotamyayê ya Wanê û malên nûçegihanên Ajansa Mezopotamya Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Salayê de girtibûn. Rojnameger hatibûn desteserkirin.
Cemîl Ûgûrî nûçeya Servet Tûrgût û Osman Şîbayî weşandibû ku leşkerên li Wanê derketibûn operasyonê ew desteser kiribûn û ew ji helîkopterê avêtibûn.
Tûrgût piştî bi çend rojan li nexweşxaneyê can dabû. Serdozgeriya Komarî ya Wanê di 1ê Çiriya Pêşiyê de biryara nepeniyê danî ser weşana derbarê vê bûyerê de. (FD)