Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) îstatîstîkên serlêdanên şêxsî yên di navbera 23ê Îlona 2012 û 30ê Îlona 2023an de eşkere kir.
Di heyama 11 salan de hejmara serlêdanên şexsî yên li Dadgeha Destûra Bingehîn derket 551 hezar û 156an. Dadgeha Destûra Bingehîn ji wan derbarê 422 hezar û 16 serlêdanan de biryar da.
Herî zêde di sala 2022an de, 109 hezar û 779 serlêdan li Dadgeha Destûra Bingehîn hatine kirin.
Di 9 mehên destpêkê yên sala 2023an de 80 hezar û 218 serlêdan hatine kirin.
Bi vî awayî hejmara serlêdanên ku di du salên dawî de hatin kirin gihişt 200 hezarî.
Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo 335 hezar û 414 serlêdanên biencam bûne, biryara nayê qebûlkirinê daye, ji bo 70 hezar û 364 serlêdanan jî gotiye herî kêm mafek hatiye binpêkirin û di 1225 serlêdanan de jî biryar daye ku ti maf nehatiye binpêkirin.
(RT/AY)