Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Destûrî biryara doza Nîhat Kazanhanê ku polîsan gule li wî reşandibû û ew qetil kiribû, betal kiriye.
Dadgeha Destûra Bingehîn biryar daye ku kêmkirina cezê ya "tehrîqa neheq" di kuştina zarokan de nayê sepandin û mafê jiyanî hatiye binpêkirin. Dê ji nû ve doz bê pêkanîn.
Mehmet Emîn Kazanhan, bavê Nîhat Kazanhan biryar dadgehê ji bianetê re nirxand û got, “Biryar Nîhat venagerine, lê dîsa jî biryareke erênî ye. Gelek zarokên mîna Nîhat bi neheqî hatin kuştin, dibe ku ev biryar di pêşerojê de rê li ber tiştan weha bigire."
Mehmet Emîn Kazanhan da zanîn ku di serî de serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu, rayedaran qebûl nekirin ku kurê wî bi guleya polîsan hatiye kuştin û dema dîmenên bûyerê li Fox TVyê hatin weşandin rastî derket holê.
“Gotin ku polîs gule nereşandiye, lê dema dîmen derketin, hat fêmkirin ku zarok kevir jî neavêtiye, lê polîsan bi qestî ew gulebaran kirine û kuştine. Em dixwazin ceza li gorî qanûnê bê dayîn û dema zarokên ku keviran diavêjin bi salan tên cezakirin, bila kuştinên bi qestî bêceza nemînin... Dema ku dadgehê biryara xwe eşkere kir, me hîs kir ku tinazê xwe me dikin. . Hêvîdarim ku bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ji vê şaşiyê were vegerandin.”
Dadgeha Destûra Bîngehîn biryar daye ku mafê jiyanî yê Kazanhanî hatiye binpêkirin û ji bo ji nû ve doz were pêkanîn dosya ji 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê re şandiye. Herweha Dadgeha Destûra Bingehîn biryar daye ku 90 hezar lîre tazmînata menewî bide malbata Kazanhan.
Çi bûbû?
Nîhat Kazanhanê 12 salî di 14ê Çileya 2015an li Cizîrê di encama gulereşana polêsan de hatibû kuştin.
Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu piştî kuştina Kazanhanî ragihandibû ku ti polêsekî ji wê bûyerê berpirsyar nîne, lêbelê dimenên kameraya polêsan ku di medyayê de hat belavkirin û derketbû holê bû ku Kazanhanî ji hêla polêsan ve hatiye kuştin.
Li ser wê yekê derbarê 4 polêsan de doz hat vekirin. Polêsan di îfadeyên xwe de gotin ku ‘me nediye, nebîhîstiye û em nizanin.’ Piştî rûniştina dozê polêsê bi navê M.N.G hatibû girtin.
Doz ji hêla dadgehê ve taloqî 23ê Îlonê hat kirin.
(AS/AY)