Fotograf: bianet / arşîv>
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Destûrî derbarê serlêdana Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ji bo lêkolîna girtina wî de biryar daye û gotiye, ji ber ku demeke dirêje girtî ye û li gorî qanûnê jî ev dem ne maqûle, mafê serbestî û ewlekariya wî hatiye binpêkirin.
Dadgehê diyar kiriye ku girtina Demirtaşî demeke maqûl derbas kiriye û biryar daye û gotiye, li gor 19em madeya Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê , mafê serbestî û ewlekariya Demîrtaşî hatiye binpêkirin.
Her weha dadgehê biryar daye, ku hikûmet 50,000 Lîreyên Tirkiyeyê tezmînata manewî bide Demirtaşî.
Parêzerên Demîrtaşî di 24ê Çiriya Paşîn a 2017an, 29ê Gulana 2018an, 27ê Çiriya Paşîn a 2018an û 11ê Kanûna 2018an de serlêdan kiribûn ku xwestibûn Demîrtaşî bê berdan. Dadgeha Destûrî serlêdanên parêzeran û encamên wan nirxandiye û biryar daye ku mafê Demîrtaşî hatiye binpêkirin. Dadgehê biryar daye, ku 50 hezar Lîreyê Tirkiyeyê tazmînat bide Demîrtaşî.
Dadgeha Destûrî mînaka vê biryarê ji 19em Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê û Wezareta Dadê re şandiye. (TP/AY/FD)