Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Destûrî biryar girtiye ku bi girtina nûçegihanê Tirkiyeyê yê berê yê rojnemaya Die Weltê Denîz Yucelî re mafên wî yên “azadî û ewlehiya şexsî” û “azadiya xweîfadekirinê û çapemeniyê hatiye binpêkirin.
Dadgehê di serlêdana şexsî ya Deniz Yucelî de biryara xwe daye ku Yucel di 28ê Sibata 2018ê de tehliye bûbû û paşê vegeriya bû Almanyayê. Yucel welatiyê Almanyayê ye.
Dadgehê di biryara xwe de her weha gotiye ku roportaja bi Cemîl Bayik, rêveberê PKKyê re, xebateke rojnamegeriyê ye û weke sûc nedîtiye.
Piştî du salan biryar daye
Dadgeha Destûrî piştî serlêdana Yucelî bi du salan biryara xwe daye. Dadgehê wiha gotiye: “Beyî delîlên xuyakirî yên sûcdariya wî diyar bikin, hatiye girtin ku ev tê wateya binpêkirina mafên azadiyê û ewlehiyê, girtina wî ya ji ber nivîs û nûçeyan jî binpêkirina azadiya xweîfadekirinê û çapemeniyê ye”.
Dadgehê her weha di biryara xwe de diyar kiriye ku divê 25 hezar lîreyê tirkan tezmînata manewî bidin Yucelî. (HA/FD)