Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê serlêdana “girtina demkî” ya rojnameya Ozgur Gundemê de biryar daye.
Dadgeha Destûra Bîngehîn gotiye azadiya xweîfadekirinê û çapemeniyê ya rojnameya Ozgur Gundemê hatiye binpêkirin.
Rojnameya Ozgur Gundemê di encama Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin.
Doza Ozgur Gundemê
Rojnameya Ozgur Gundemê bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnan de hat girtin. 3yê Adara 2016ê kampanyaya Nobedariya Berpirsiyarîya Weşanê dest pê kir. 7ê Tebaxa 2016ê kampanya bi dawî bû. 49 kes beşdarî kampanyaya nobedariyê bûn. Li ser 49 kesan lêpirsîn hat vekirin. Li ser 38 dosyeyan doz hatin vekirin. Ji bo 11 dosyeyan biryara “ne hewceyî pêçûnê ye” hatiye dayin. 38 nobedarên berpirsiyarîya weşanê bi xala 7/2(propagandaya ji bo teröre) û xala 6/2(weşandin an jî belavkirina daxuyanîyên rêxistinên terorî) yên Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê hatin dadkirin. Ji bo İhsan Eliaçık, Melda Onur, Sabahat Tuncel, Ahmet Abakay, Eşber Yağmurdereli, Hasip Kaplan, Işın Eliçin, Kemal Can, Mustafa Sönmez, Uğur Karadaş, Nurcan Baysal 11 caran biryara ne hewceyî pêçûnê ye hat dayin. Li ser 38 kesan doz hat vekirin. Dema ji bo dadkirinê ji bo doza Deniz Türkali temam bûye. Ji bo 24 nobedaran; Şanar Yurdatapan, İbrahim Bodur, Cengiz Baysoy, Hüseyin Tahmaz, Çilem Küçükkeleş, Nadire Mater, Yıldırım Türker, Hasan Cemal, Faruk Balıkçı, Dicle Anter, Derya Okatan, Kumru Başer, Ayşe Batumlu, Jülide Kural, Murat Uyurkulak, Murat Çelikkan, Beyza Üstün, Nevin Erdemir, Hakkı Boltan, Hasan Hayri Şanlı, Tuğrul Eryılmaz, Hüseyin Aykol, Ayşe Düzkan, Ragıp Duran, Öncü Akgül, İhsan Çaralan, Ertuğrul Mavioğlu, Celal Başlangıç, Celalttin Can, Fehim Işık û Faruk Eren jî tê de doza 31 kesan didome. Hasan Hayri Şanlı, Nevin Erdemir, Hüseyin Tahmaz û Hakkı Boltan beraet kirine. 27 kesan li ser hev 67 hezar TL û 293 meh 15 roj cezayê girtinê stand. Ji bilî cezayê Ayşe Duzkan û Murat Çelikkanî cezayê nobedarên dî hat paşdedan an jî bi pereyan hatin guhertin. Çelikkan, 14ê Tebaxa 2017ê çû Girtîgeha Kırklareliyê, 14ê Çiriya Pêşiyê ya 2017 çû girtîgeha vekirî. 21 Çiriya Pêşiyê ya 2017ê tehliye kiriye. Dadgeha Îstinafê salek û şeş meh cezayê girtinê daye Ayşe Duzkanê û 29ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê ji bo Girtîgeha Jinan ya Bakirkoyê hatiye şandin. Erol Önderoğlu, Ahmet Nesin û Şebnem Korur Fincancı 20ê Hezîrana 2016ê hatin girtin, piştî 10 rojan serbest bûn. Doza li ser; Erol Önderoğlu, Ahmet Nesin, Şebnem Korur Fincancı, Can Dündar, Said Sefa, Veysi Altayî didome. Berpirsê weşanê İnan Kızılkaya di her 38 dosyeyan de bersûc e. Dosyeyên li ser Kizilkayayî li doza bingehîn a Ozgur Gundemê hat zêdekirin Dadkirin li Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya 23. pêkanîn. Ji ber nivîsên Ömer Ağın, İmam Canpolat, Dilşa Kocakaya û İlham Bakırî her yek ji wan 15 meh cezayê girtinê standiye.
Nivîskarên; İmam Canpolat û İlham Bakırî salek û 3 meh cezayê girtinê standin. Cezayê Bakırî hat paşdedan lê yê Canpolatî nehat paşdedan. Nivîskarên rojnameyê; Mehmet Ali Çelebi û Hüseyin Bektaşî salek û 6 meh cezayê girtinê standine. Cezayê wan nehat paşdedan. Bi doza bingehîn ya Ozgur Gundemê endamên lijneya şêwirmend; Necmiye Alpay, Aslı Erdoğan, Ragıp Zarakolu, Filiz Koçali, Eren Keskin, midûrê weşanê Zana Kaya, İnan Kızılkaya, Kemal Sancılı û Bilge Oykut têne dadkirin. Sancılı heta 10ê Nîsana 2019ê di girtîgehê de ma. Herrweha berpirsên sabit ên berê Eren Keskin ji 47, Hüseyin Aykol ji 38 dosyeyan têne dadkirin. (RT/AY)